Ji jinan bernameyên 8’ê Adarê

  • 20:54 25 Sibat 2025
  • Rojane
RIHA - Platforma Jinan a Rihayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji girtiyên jin re qert amadekirin. Li Amedê jî jinan ji bo çalakiya 8’ê Adarê banga tevlibûnê kirin.
 
Platforma Jinan  a rihayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan aCîhanê ji bo jinan qert amade kirin. Jinên li avahiya Buroya Rihayê hatin gel hev, li ser qertan peyamên 8’ê Adarê nivîsîn. Qertên hatin amadekirin ji bo girtiyên jin re bên şandin wê sibê nava rojê de bidin kargoyan.
Berdevka Demî ya Platforma Jinan a Rihayê Gul Fehîme Bînîcî  zanîn ku ew ji bo qertan ji girtiyên jin re bişînin hatine gel hev û got wê 8’ê Adarê de li qadan bin. 
Piştî amadekirina qertan li Salona Konferansa Tahîr Elçî ya li avahiya Xizmetê ya Baroyê bû, belgefîlma ‘Vê qerebalixê bibîr bîne’ hat temaşekirin û gotûbêj hat kirin. 
 
Amed
 
Tevgera Jinen Azad (TJA), li taxa Zigir a navçeya Pîran a Amedê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêk anîn. Jinên bi erbane û stranên Kurdî ketin taxê bang li jinan kirin ku 8’ê Adarê de dakevin qadan.
 
Jinan govend gerandin û stran gotin.