
Jina ku qetil kir wek qeza nîşan da
- 18:17 25 Sibat 2025
- Rojane
AYDIN - Di Kanûna 2024’an de jina bi navê Derya B di qezaya trafîkê de jiyan xwe ji dest dabû. Lê derket holê ku Derya B ji aliyê mêrê pê re zewicandiye Ridvan B ve bi çekê hatiye qeitlkirin û piştre bûyer wek qeza nîşan daye.
Li navçeya Germencîk a Aydinê 20’ê Kanûna 2024’an de li nêzî Tunela Selatîn ya riya Aydin-Îzmîrê wesayîta ku Ridvan B, Derya B û zarokê wan D.B têde bû ji ber sedemek nehat zanîn qeza kir. Ekîbên htain cihê bûyerê tespît kirin ku Derya B jiyana xwe ji dest daye û Ridvan B û zarokê wan birîndar bûye.
Piştî bûyerê di encama otopsiyê de derket holê ku Derya B di qezayê de jiyana xwe ji dest nedaye. Hat tespîtkirin ku beriya qezayê bi çekê hatiye qetilkirin. Ridvan B ku derket holê bûyer wek qeza nîşan dye, hat girtin.