
Qeyûm otobusên şaredariyê ji polîsan re veqetand
- 19:38 22 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, hin otobusên şaredariyê ji polîsan re veqetandin.
Qeymeqam Ozan Balciyê ku di 15’ê sibatê da wek qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, Alîkarê Midûrê Emniyeta Emniyetê Ekrem Çîçek ku ji Midûriyeta Şaxa Trafîkê ya Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgehê ye tayînê Midûriyeta Veguhestinê kir.
Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, hin wesayîtên çûnhatinê yên gel ji polîsan re hatin veqetandin. Wesayîtên ku polîs bi kar tînin li noqteyên cuda yên bajêr bi nivîsên ‘pewyirdare’ tên rawestandin.