Dayikên Şemiyê banga darizandina kiryaran kirin

  • 13:54 22 Sibat 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çalakiya 1039’emîn de li aqûbeta Murat Yildiz pirsîn û banga pêkanîna edaletê û darizandina kiryaran kirin. 
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û hatin qetilkirin bipirsin û ji bo kiryar bên darizandin çalakiya xwe didomînin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan hatin cem hev çalakiya xwe ya 1039'an li dar xistin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Mûrat Yildiz ê ku di sala 1995'an de hatî windakirin hat pirsîn. Metna daxuyaniyê ji hêla endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Sebla Arcan ve hat xwendin. 
 
Sebla Arcan, anî ziman ku tevî barîna berfê, ji çar aliyê bajêr hatin û li Qada Galatasarayê kom bûn û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em li vir in, ji ber ku em nizanin ku piştî hezkiriyên me hatin binçavkirin çi çi hatiye serê wan. Di şert û mercên ku dewletê hemû deriyên xwe li me girtiye, mafên me tên paşguhkirin. Darazê têkiliya xwe ya bi hiqûqê re qut kiriye. Siyasetê jî hêza xwe ya çareseriyê winda kiriye. Em ne tenê ji bo windahiyên xwe, ji bo demokrasî û serweriya hiqûqê jî têdikoşin."
 
Sebla Arcan, serpêhatiya Murat Yildiz ê ku 30 sal beriya niha di dema binçavkirinê de hatiye windakirin vegot û bal kişand ser lêgerîna hiqûqî. Sebla Arcan, da zanîn ku çiqas sal jî derbas bibin, dê ji bo Murat Yildiz, ji bo hemû windahiyan lêgerîna xwe ya pêkanîna edaletê bidomînin û got: "Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
 
Parêzera Murat Yildiz, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî di çalakiyê de axivî û got: "Murat Yildiz di binçavande de hat windakirin, lê ne tenê winda bû, hemû qeyd û dosyayên aîdî wî jî hatin windakirin. Dema me li ser çarenûsa dosyayê lêkolîn dikir, hat gotin ku dosya mehekê di arşîvê de ye. Lê dema me berê lê nihêrî tu carî dosyayek wisa yê Yıldız tune bû. Di deftera dozgeriyê de nota "întîxar kir" hatibû nivîsandin, lê îfadeyên gelek caran yên diya wî yên windayan û serlêdan û daxwazên wê yên ji bo dîtina wê nehatin girtin. Dosya ji destpêkê ve bi îdîaya întîxarê hat girtin û tenê ji bo polîsên ku bûne sedema windabûna Mûrat Yildiz hatiye vekirin, cezayê pere hatiye birîn, lê ev ceza jî nehatiye dayîn."
 
Piştre dayika Murat Yildiz Hanîfe Yildiz mafê axaftinê girt û wiha bi lêv kir: “Min bi destê xwe kurê xwe bir. 30 sal e ez li kurê xwe û edaleta xwe digerim. Binêrin edalet çi kiriye, her der bi têlan hatiye dorpêçkirin. Ev jî karê AKP'ê ye. Ez di salvegera wefata dayika Berfo de bi rêzdarî, bejna xwe ditewînim."
 
Piştî axaftinan çalakvanan qurnefîl danîn qadê û çalakî bi dawî bû.