Pinar Aydinlar a girtî dest bi greva birçîbûnê kir

  • 15:45 20 Sibat 2025
  • Rojane
 
AMED - Hunermend Pinar Aydinlar a di çarçoveya lêpirsîna HDK'ê de hat binçavkirin, diyar kir ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
 
Hunermend Pinar Aydinlar a ji 52 kesên di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hatibû destpêkirin de hatibû binçavkirin, ji ber tundiya polîsan dest bi greva birçîbûnê kir.
 
Pinar Aydinlar a girtî dest bi greva birçîbûnê kir
 
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin; Hate hînbûn ku di serdegirtinê de Pinar Aydinlar û zarokên wê li erdê hatine razandin, polîsan jî çek nîşan dane û tundî li wan kirine. Pinar Aydinlar ragihand ku li dijî muameleya xerab û binçavkirina li ser wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.