Ji Nêrgis Muhammedî ji bo qada navneteweyî peyam

  • 14:14 20 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafên mirov û girtiya siyasî ya Îranê Nêrgiz Mihemedî got: “Metirsiya darvekirinê li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî heye, divê ji bo ragirtina cezayê wan helwestek tund bê nîşandan.”
 
Çalakvana Mafên Mirov û girtiya siyasî ya Îranê Nêrgiz Mihemedî têkildarî binpêkirinên mafan li Îranê û metirsiya darvekirina Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî li ser hesabê xwe yê medya dijîtal peyamek parve kir.
 
Nêrgiz Mihemedî da zanîn ku divê rêgezperestî û cezayê darvekirinê yê bi komikî li Îranê wek sûc bê nasandin û bê sekinandin. Nêrgiz Mihemedî got: “Bang li civaka navdewletî dikim ku piştgiriya xelkê Îranê ya di têkoşîna ji bo demokrasî û mafên jinan de bikin.”
 
‘Metirsî heye’
 
Her wiha Nêrgiz Mihemedî destnîşankir ku metirsiya darvekirinê li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî heye û got: “Daxwazê ji parlementoya Îtalyayê dikim ku helwestek tund li beramberî siyaseta çewisandinê ya rejîma Îranê nîşandin û mijara mafên mirov bixin karê xwe yê sereke.”
 
‘Desthilata Îranê astengiya herî mezin a li pêş azadiya xelkê Îranê ye’
 
Nêrgiz Mihemedî da zanîn ku rejîma Îranê bi hinceta serhildana ‘jin jiyan azadî ’zilmê li jinan dike û got: “Jin ji ber zextan bêzar bûne û destdirejî li jinan tê kirin û bi awayekî sîstematîk tên çewisandin. Desthilata Îranê astengiya herî mezin a li pêş bidestxistina azadî û dadperweriya xelkê Îranê ye.”