
Êriş ne tesaduf in: Dixwazin jinên bê parastin biafirînin
- 09:03 19 Sibat 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Endama Lijneya Rêvebera Komeleya Dema Jinê, psîkolog Esra Kahraman balkişand ser êrişên li ser jin, zarok û destkeftiyên jinan û got: “Dixwazin beden keda jinê ji binpêkirinê re vekirîbe. Naxwazin jin li ser beden û keda xwe bibin xwedî îrade. Ev encama zîhniyeta yekparêzin. Li dijî vê divê civak dengê xwe bilind bike.”
Êrişên li ser jin, zarok û destkeftiyên wan li her qadê berdewam dikin. Iraq, Tirkiye û Sûriye di nav wan welatên ku bi awayekî sîstematîk van êrişan organîze dikin. Parlamentoya Iraqê pêşnûmeya sererastkirina Qanûna Statuya Şexsî û Qanûna Efûyê ya Giştî erê kir û piştî bertekan cîbicîkirina biryarê hat rawestandin. Li Tirkiyeyê ku jin di nava malbatê de tên qetilkirin, 2025 weke “sala malbatê” hat îlankirin. Çeteyên HTŞ’ê yên ku piştî rûxandina Esad li Sûriyeyê desthilatdarî bi dest xistin, her roj jinan qetil dikin û hikûmeteke bê jin ava dikin. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Dema Jinê psîkolog Esra Kahraman, li ser armancên êrîşan nirxandin kir.
‘Ji bo cîhanê xetereye’
Esra Kahraman Qanûna Statuya Şexsî û Qanûna Efûyê ya Giştî ya ewil di parlamentoya Iraqê de hat qebûlkirin û piştre hat rawestandinê û wiha got: “Di Tebaxa 2024’an de hat nîqaşkirin, niha dîsa tê nîqaşkirin. Armanca sereke astengkirina maf û azadiya jinan e. Li hikûmetên ku desthilatdariya serdest bi awayekî vekirî tevdigere, tê xwestin ku jin û keç di pozîsyona mijarên duyemîn de bên hiştin. Pergala serdest a mêr ku ji serdema neolîtîkê heta niha ji ber hebûna jinê û hêza wê xera bûye û ditirse ku hêza wê bê hejandin, her tim li dijî jinê û destkeftiyên wê di nava êrîşan de ye. Pêşnûme qanûna ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye pêşkêşkirin, mînaka vê yekê ye. Rawestandina qanûnê nayê wê wateyê ku xeterî bi dawî bûye. Ji ber vê sedemê girîng e ku em bi hev re dengekî bilindtir bilind bikin û vê meselê hîn zêdetir bînin ziman. Ev yek ne tenê ji bo Iraq û Rojhilata Navîn, ji bo cîhanê jî xeteriyeke cidî ye.”
‘Fêdeya zarokan li ber çavan nayê girtin’
Esra Kahraman diyar kir ku zewca di temenê zarokatiyê ku hewl tê dayîn bikin qanûn, li dijî Qanûna Mafê Zarokan Navneteweyî ya ku Iraqê jî îmze kiriye. Esra Karaman wiha bi lêv kir: “Peymana Mafên Zarokan pêvajoya heta 18 salî, weke qonaxeke ku divê pêşketin di asta herî bilind de pêk were û fêdeyê pêk bîne, pênase dike. Dikare were gotin ku keça ku di 9 saliya xwe de were zewicandin an jî kurek ku di 15 saliya xwe de were zewicandin dê bibe xwediyê asta herî bilind a pêşkeftin an jî feydeyê? Em nikarin. Keçika ku di 9 saliya xwe de hatiye zewicandin, ji dibistanê bêpar dimîne, zirara civakî-hestî tê astengkirin ku bibe xwedî îradeyeke azad. Ev encamên zewacên bi zorê yên di temenê biçûk de ne. Nebûna yekparebûna bedenî û ruhî, nebûna xwebawerî û nekarîna li dijî neheqî û tundiyê dengê xwe dernekeve, pîvanên psîkolojîk ên van pêkanînan in. Dixwazin zewacên zarokan ên bi darê zorê li Iraqê rewa bikin, ku bi vî awayî gelekî berbelav e. Tê xwestin jin û keç bê parastin û ji îstîsmarê re vekirî bin. Ev qanûn ji bo hikûmetên ku dixwazin nîzama monîst biparêzin û newekheviya zayendî bixwin, xalek teşwîqê ye. Hewl didin civakeke monîst ava bikin ku tê de tundî, yekperestî û newekheviya zayendî zêde be. Planên wê hem di demeke kurt de hem jî di demdirêj de encam didin. Divê tevgerên jinên cîhanê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin."
‘Êriş encama zîhniyeta kapîtalîst, yekparêz û mêr de pêk tên’
Esra Kahraman di heman demêde bi Qanûna Efûyê ya Giştî ku tê gotin wê endamên DAIŞ’ê bên berdan û wiha vegot: “Encama efûyê de wê xetere derkeve holê. DAIŞ kî ye? Çi dike? hemû cîhan dizane. Em ji Kobanê, Şengalê dizanin. Bi hezaran jin qetil kirin, destdirêjî lê kirin, dîl girtin. Kê ev kir? DAIŞ’ê kir. DAIŞ’ê ewil berê xwe da jin û zarokên keç Niha berdewana wan wê xetereyek mezin biafirîne. Tê wateya wê jin û zarokên keç dîsa hedef bên girtin. Li Tirkiyeyê sala malbatê hat îlankirin. Li Iraqê jî hewl tê dayîn ev qanûn bikeve jiyanê. Li Sûriyeyê HTŞ rêveberiyeke ku jin têde tuneye ava dike. Ev hemû encama zîhniyeta serdest a kapîtalîzm, mêr û yekparêziyê ye.”
Çareserî zelale: Dengê hevpar
Esra Kahraman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevgerek jinê ya mezin dibe heye. Ji duh heta îro destkeftiyên jinan hene. Helbet ev dibe tirsa zihniyeta serdest û ji ber vê yekê jî dixwazin pêşî lê bigirin. Çareseriya li hemberî van jî bilindkirina dengê xwe yê civakê ye. Di dawiyê de, divê rêziknameyên di derbarê zarokan de bê binpêkirin be, bêyî ku guh bide xebata navxweyî an siyaseta welatan. Ji ber ku li gorî guhertina hikûmetan em ê bibin hedef. Ji ber vê yekê, bi taybetî jî rêziknameyên li ser zarokan divê bê binpêkirin bin.”