![](/staticfiles/news/250924/2025/02/07/823x463cc-srt-07-02-25-sabahat-erdogan-rop-manset.jpg)
Sabahat Erdogan Saritaş: Kesê şer di bîra wan de ye aştiyê naxwazin
- 09:05 7 Sibat 2025
- Rojane
SÊRT - Sabahat Erdogan Saritaş der barê tayînikirina qeyûman û êrîşên li hember Rojava nirxandin kir wiha got: “Nikarin îradeya me teslîm bigirin, Rojava testa samimiyetê ye.”
Doza ku hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş jê ji ‘endamtiya rêxistinê’ dihat darizandin di 28’ê Çile de hat dîtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Roja din bi biryara wezareta karê hundir hevşaredar Sofya Algaş ji peywirê hat girtin û waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya wek qeyûm hat tayînkirin. Protestoyên li bajar li hemberî qeyûm didomin. Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş jî ji roja ewil de ye di berxwedanê de cih digire.
Sabahat Erdogan Saritaş der barê pêvajoya qeyûm û êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û diyar kir ku qeyûmên tên tayînkirin û êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekîhevin.
‘Pergalek darazê ya di destê desthilatdariyê de bûye alav heye’
Sabahat Erdogan Saritaş da zanîn ku ev cara sêyemîne ji bo Sêrtê qeyûm tên tayînkirin û wiha vegot: “Dîsa qeyûm, dîsa Kurd, dîsa bajarên Kurdistanê. Yekem car di sala 2016’an de li Sêrtê qeyûm hat tayînkirin. Sêrt bajarekî ku di dîroka Tirkiyeyê de xwedî cihekî girîng e, bajarekî biçûk e, lê pirzimanî ye, bajarekî pirçandî ye ku bi hev re gelek reng hene, Kurd Erebî diaxivin, Ereb bi Kurdî diaxivin û gelek bawerî bi hev re zindî tên hiştin, berovajî tiştê ku sîstem dixwaze bike. Tişta ku bi teknîka şerê taybet û tirsê nekarîn bi dest bixin, niha bi alîkariya darazê dikin. Rastiyek dadwerî heye ku bûye sîyaset, di destê hikûmetê de bûye alav. Nêrîna gel a li ser qeyûmê ku di sala 2016'an de hatiye tayînkirin îro jî heman e."
‘Qeyûm heman demê de rizandina welat e’
Sabahat Erdogan Saritaş wiha dirêjî dayê: “Ji her gel ji her partiyê mirov li dijî qeyûmane. Beriya hilbijartinan hilbijêr ji derve anîn Sêrtê. Dewlet hemû derfetên xwe ji bo çewisandina gel bikar tîne.Qeyûm heman demê de rizangina welatin. Nokteya ku 22 sale desthilatdariyê welat aniye. Qeyûm dijhiqûqîne. Di 10 mehan de qeyûm tayînê 10 şaredariyan kirin. Qeyûm îradeya glê Kurd tune dihesibîne.”
'Nikarin îradeya me teslîm bigirin’
Sabahat Erdogan Saritaş got di salên 90’î de li Sêrtê kuştinên kiryarnediyar, komkujiya Newala Qesaba, şewitandina gundan hebûye û got tevî vê gel serî netewandiye. Sabahat Erdogan Saritaş wiha anî ziman: “Niha jî darazê bikar tînin. Di dosya hevşaredara me de t titşek tuneye. Nivîsandina heqîqetê sûc be em ê nivîsandinê bidomînin gotina xwe bêjin. Dixwazin îradeya vî gelî teslîm bigirin. Lê nikarin vê bikin.”
‘Gotinên aştiyê ne samîmî ne’
Sabahat Erdogan Saritaş bi lêv kir ku gotinên dewletê yên der barê aştiyê de ne samîmiye û dirêjî dayê: “Banga aştiyê ne kêfiye, gelê Kurd bi salane têdikoşe û di encama vê de pêk hatiye. Ew jî di ferqa heqîqetê de ne. Pêvajoyê baş dixwînin. Gelê Kurd gelê herî xurt û rêxistinkirî yê Rojhilata Navîne. Vê heqîqetê her kes dizane. Kurdên Rojava hêviyê didin cîhanê. Bi pêşengiya jinên Kurd li dijî DAIŞ’ê berxwedanek mezin hat dayîn.Rojava parçeyê herî biçûk yê Kurdistanê ye lê îro hêviya mezin a cîhanê ye. Belê Rojava testa samîmiyeta dewlteê ye. Riya kesên ku di hişê wan de şer heye, ne aştiye.”