![](/staticfiles/news/250881/2025/02/06/823x463cc-nvnd-6-2-2025-heseke-meclisa-jinan-civin.jpg)
Jinan li Til Temirê civîn li dar xist
- 15:19 6 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYD’ê geşedanên siyasî û leşkerî yên li ser asta Sûriyeyê ji jinên bajarê Til Temirê re şîrove kirin.
Meclisa Jinan a PYD’ê li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê civînek ji jinan re li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûriyeyê, girîngiya piştgiriya bi QSD’ê re hatin şîrovekirin. Civîn li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi amadebûna bi dehan jinên bajarê Til Temir û gundewarên wê, jinên ji saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtinê berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Horî Şemdîn rewşa siyasî ya Sûriyeyê nirxand û got dewletên hegemonîk hewl didin hegemonyaya xwe li herêmê bi taybetî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferz bikin, ji ber ku ev herêm xwedî girîngiyeke erdîngarî, şaristanî, dîrokî û berhemên binerd e.
Horî Şemdîn bi bîr xist ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve projeya rêveberiya xweser a ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye xistiye meryetî. Horî bal kişand ser berxwedana QSD’ê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û hevgirtina pêkhateyên herêmî ya ji bo parastina bendavê.
Di dawiya civînê de teqezî li ser girîngiya mezinkirina têkoşînê, pêşxistina yekitiya nîştimanî, piştgiriya QSD’ê û parastina herêmê hat kirin.