Parêzerên jin: Divê hesab ji kujerên jinan were pirsîn

  • 14:32 1 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên jin diyar kir ku nabe Sûriyeya nû li ser zilmê were avakirin û xwest hesab ji kujerên jinan û gelê Sûriyeyê were pirsîn.
 
Parêzerên jin bi daxuyaniyekê, li Şamê hebûna serçeteyên ku gelê Sûriyeyê qetil kirin û koçber kirine, şermezar kir. Daxuyanî li Parka Mişwar a li bajarê Hesekê ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Henan Reşko ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hebûna sûcdarên şer di qada siyasî û leşkerî ya desthilata Şamê de hat şermezarkirin. Bang hat kirin ku divê li gorî qanûnên navneteweyî hesab ji çi kesên destê wan di rijandina xwîna sivîlan de heye, were pirsîn.
 
Di daxuyaniyê de îşaret bi serçeteyê koma "Ehrar El Şerqiye" Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs (Ebû Hatim El Şerqa) hat kirin ku di 12’yê Cotmeha 2019’an sekretra giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevîn Xelef û ajokarê erebeya wê qetil kiribûn. Hate gotin, ev sûc di qanûnên navneteweyî de sûcê şer e û wih hat domandin: "Ji dema pêkanîna vî sûcî ve bangên navneteweyî yên hesabpirsîna ji sûcdaran dewam dikin, lê sûcdar heya niha derveyî çarçoveya edaletê ne û dixwazin di qada siyasî û leşkerî ya Sûriyeyê de cih bigirin."
 
Li gorî daxuyaniyê; hebûna serçeteyan di proseya siyasî de xetereyê li ser siberoja Sûriyeyê çêdike û bê ceza hiştina wan, dihêle ku sûcan bidomînin.
 
Di daxuyaniyê de ev bangewazî hatin kirin:
 
* Kesên ku sûcên şer kirine, ji proseya siyasî, leşkerî ya siberoja Sûriyeyê werin dûrxistin, ji ber ku hebûna wan derfetên pêkanîna aştî û istiqrarê lawaz dike.
 
* Li dijî kesên ku sûc kirine lêpirsîneke serbixwe ya navneteweyî were vekirin û hesab ji wan were pirsîn.
 
* Malbata şehîd Hevrîn Xelef jî di nav de divê edaletê ji qurbaniyan re were pêkanîn û sûcdar li dadgehan werin darizandin.
 
* Divê sûcdar ji cezayan nefilitin, hesabpirsîna ji wan şertê bingehîn ê aştiyeke mayînde li Sûriyeyê ye.
 
* Bêyî hesabpirsînê ne mimkun e edalet pêk were.
 
Meclisa Dadweriya Civakî ya Kantona Firatê jî bi daxuyaniyekê hebûna kujerên Hevrîn Xelef di kongreya li Şamê de, şermezar kir.
 
Daxuyanî li ber avahiya meclisê ya li bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan hiqûqnas, endamên Meclisa Edaletê Jinan û Meclisa Edaleta Civakî hat xwendin. Endama Dîwana Edaletê Civakê Felek daxuyanî xwend.  Di daxuyaniyê de bang li rêxistsinên mafên mirovan hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û hesab ji çete Hatim Ebû Şeqra re bixwazin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: "Em ê hemû hewldanên xwe bikin heya peyama aştiyê ya şehîd Hevrîn Xelef li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê belav bikin."