Ji TAJÊ têkildarî hikûmeta nû ya Sûriyeyê daxuyanî

  • 16:09 1 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -TAJÊ têkildarî hebûna sûcdarên di rêveberiya Şamê de daxuyanî da û got, “Em cih girtina Ebû Hatim di hikûmeta nû de, şermezar dikin. Nabe ev kesên terorîst di hikûmeta nû de cih bigirin. Divê hêz û saziyên navnetewî dawî li vê rûreşiyê bînin.”
 
Îro li bajaroka Sinûnê ya Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî cihgirtina gelek kujerên jinan û gelan di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de, daxuyaniyeke çapemeniyê da. Bi taybet li dijî hebûna kujerê Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef a di hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, helwesta xwe eşkere kir û bang li saziyên navnetewî û hêzên navnetewî yên rola wan di avakirina hikûmeta demkî de heye kir.
 
Di daxuyaniyê de wêneyên Hevrîn Xelef û şervana YPJ’ê ya jiyana xwe ji dest da Barîn hatin rakirin. Jinên di nava Meclîsên Gel ên Şengalê de û hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico ve hate dayîn.
 
Riham Hico da zanîn ku axaftinên rayedarên HTŞ’ê û kiryarên wan ji hev nagirin û got: “Piştî rejîma Baas’ê hilweşiya û hikûmeta demkî ya bi pêşengiya HTŞ’ê hate avakirin şûn ve, herkes li bendê bû ka wê çi pêşketinek anjî paşketinek çêbibe. Lê ji destpêkê ve heya niha jî axaftinên HTŞ’ê û bi taybet jî yên serokê HTŞ’ê Ehmed Şera (Colanî) û kiryarên wan ji hev nedigirtin. Dema hikûmet hate şekilandin, hinek kesên çûn qesra serokkomariyê û peyamên pîrozbahiyê dan, ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heya niha destê wan di reşkûjiyan û xwîna Kurd, Mesîhî û Êzidiyan de hebûn. Di êrişên li ser Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê de cih girtin. Di qirkirina jin û dagirkirina Sûriyeyê de cih girtin.”
 
‘Hevrîn ji bo sûriyeya demokratîk hêvî da’
 
Li ser hedefgirtina Hevrîn Xelef û xelatkirina kujerê wê jî Riham Hico wiha axivî: “Weke nimûne Ebû Hatim rasterast destê wî di kuştina Hevrîn Xelef de hebû. Hevrîn Xelef jinekî xwedî îrade û pêşeng, weke pêşengek Sûriyeyê bû, ji bo Sûriyeyeke demokratîk têkoşîn dikir. Ji bo hemû pêkhate û jin li Sûriyeyê bigihijin heqê xwe û weke her gelek azad bijîn têdikoşiya. Kesek sivîl û bêçek bû. Lê rastî hovîtiyeke mezin hat û ji aliyê Hatim Ebû Şakra ve hate qetilkirin. Cih girtina kesên wisa di nava hikûmeta nû de metirsiyeke mezine ji bo hemû Rojhilata Navîn. Evê îro çi bikin û çi nekin ne diyare. Her wiha Ebû Emşa ew jî endamekî MİT’a Tirk e. Endamekî operasyonên dewleta Tirk e ku nîvê axa Sûriyeyê dagir kiriye. Li dagirkirina Efrîn û Girê Spî de cih girtiye û destê wî di xwîna Kurdan û Mesîhiyan de heye.”
 
Riham Hico da zanîn kesên terorîst xistine rêveberiya nû ya Sûriyeyê de û wiha pêde çû: ‘Bêyî ku hesap were xwestin, di hikûmetê de bicîh kirin. Ev kesên terorîst in. Destê wan di xwîna jin, zarok û gelan de heye. Ev kesane îrade û nasnameya jinan nas nakin, dixwazin Afganîstanê bikin weke dewleteke Îslamî ya tundrew. Weke jinên Êzidî me jî gelek êş ji destê wan xwariye. Lewma em cih girtina wan a di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de şermezar dikin.”
 
‘Dawî li vê rûreşiyê bînin’
 
Daxuyaniya TAJÊ ya ji aliyê Riham Hico ve hate dayîn, bi vê bangawaziyê bi dawî bû: “Em careke din piştgirî didin jinên Rojava û dibêjin, em ê li ser şopa Hevrîn Xelef û şehîd Barîn bin. Em bang li hikûmeta Sûriyeyê û hêzên navnetewî dikin vê rûreşiyê bidin sekinandin. Îro yên terorîst hikûmetê rêve dibin. Em bang li saziyên navnetewî û rêxistinên jinan dikin, vê rûreşiyê bidin sekinandin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.