Esnafan eleqeyek zêde nîşanî DEM Partiyê da
- 17:03 1 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Serdana DEM Partiyê ya ji bo esnafên a Wanê bû sedama kêfxweşiyê. DEM Partî bi esnaf û welatiyan re hat gel hev, li pirsgirêkên wan guhdarî kir û der barê geşedanên siyasî yên heyî de agahî da.
Di pêşengiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya bajarê Wanê de li navenda bajêr serdana esnafan hat kirin. Hevserokên DEM Partiyê yên navçeya Wanê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekçî, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gonûl Uzunay û Cemal Demîr, Wekîlê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dundar û Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan di serdanê de cih girtin .
Ji ber eleqeya zêde ya esnafan serdan nîvco ma
Endamên partiyê yên ku çûn kolana Cumhuriyetê ya bajêr, ji ber eleqeya zêde ya gel nikribûn serdana xwe ya kolanê biqedînin. Heyetç yek bi yek serdana esnafan kir û li ser geşedanên siyasî yên heyî agahî da û daxwaz û pirsgirêkên gel guhdar kir.
Esnaf û welatiyan pêşwaziya heyeta DEM Partiyê kirin û daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman. Di serdanê de endamên partiyê li kuçeyê rastî hunermendekî ku muzîkê dike hatin û bi awazên ku dihatin lêxistin demeke kin govend gerandinin.