Di çalakiya nobedê de peyama têkoşîna hevpar

  • 15:51 1 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
MÊRSÎN - Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê dewam dike. Di çalakiya li ber avahiya şaredariyê hat lidarxistin de bertek li dijî tayînkirina qeyûm hat nîşandan. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sûltan Ozcan got, "Qeyûm bûye rejîmek" û banga têkoşîna hevpar kir. 
 
Nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê ku di 14'ê Çileyê de hat tayînkirin didome. Li ber avahiya şaredariyê ku di bin dorpêça polîsan de bû daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de pankartên li dijî qeyûm  hatin vekirin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr, Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sultan Ozcan, parlamentera Partiya Karkerên Tirk (TÎP) Serra Kadigil û Parlamenterê Mêrsînê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Alî Bozan û gelek kes beşdar bûn. Girseyê gelek caran bê navber dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Zext nikarin me asteng bikin" û "Qeyûm dize, xwedî li Akdenizê derkeve" berz kirin.
 
'Em ê têkoşînê bidomînin' 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş bertek nîşanî desteserkirina îradeyê da û diyar kir ku 23 roj in Şaredariya Akdenîzê hatiye dagirkirin û hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê di girtîgehê de ne. Bedrîye Kuş, da zanîn ku zext, binçavkirin û girtin dê wan bêzar nekin û got, ew ê îro jî mîna duh li dijî hemû zextan têbikoşin.
 
'Dewletê got 'Li vî welatî mafê Kurdan ê dengdayîn û hilbijartinê nîne'
 
Piştre Serra Kadigil bertek nîşanî astengkirina polîsan a li Şaredariya Akdenîzê da û got, "Dewletê got, 'Li vî welatî mafê Kurdan ê dengdayînê û hilbijartinê nîne.' Divê em bipirsin çima qeyûm li cihên ku gelê Kurd lê dijîn têne tayînkirin?"
 
'Rejîm bûye rejîma qeyûm'
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sûltan Ozcan a ku dixwaze hikûmet ji têkoşîna jinan bitirse, diyar kir ku jin dê dawî li vê hikûmetê û pêkanînên wê bînin. Sultan Ozcan diyar kir ku hikûmetê qeyûm veguherandiye rejîmê. Sultan Ozcan da xuyakirin ku hikûmetê ji bo kurdan qanûn rawestandine û banga mezinkirina têkoşîna hevpar kir.