Cezayê Girtîgehê li hevşaredara Sêrtê Sofiye Alagaş birîn
- 11:15 28 Çile 2025
- Hiqûq
AMED - Ji doza ku hevşaredara Sêrtê Sofiye Alagaş jê dihat darizandin 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.
7'emîn danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş a ku di dema xebatên xwe yên rojnamegeriyê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin hat dîtin. Sofya Alagaş beşdarî rûniştina li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê nebû, parêzerên wê Resûl Tamur û Pirozhan Karali Guler amade bûn. Li aliyê din endamên meclîsa Şaredariya Sêrtê, Hevşaredarên Navçe û bajarokên Sêrtê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Rêxistinên bajar û navçeyên Amedê, Baroya Amedê, Serokê Baroya Sêrtê Muhammet Alptekin, Baloyzxaneya Almanyayê jî doz şopandin.
Beriya danişînê girseya polîsan a li ber edliyeyê jî bala her kesî kişand.