Li Cizîrê zarokek hat kuştin
- 11:26 1 Sibat 2025
- Rojane
ŞIRNEX- Li Cizîrê di şerê çêbû de zarokekî 17 salî bi kêrê hat kuştin.
Li Taxa Dagkapi ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê di şerê çêdbû de zarokî bi navê Bariş Nas ê 17 salî bi kêrê bi giranî birîndar bû. Bariş Nas ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.