‘Ji bo azadiyê têkoşînê geş bikin'

  • 14:26 1 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Malbatên Şehîdan û Meclîsa PYD’ê yên bajarê Helebê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga geşkirina têkoşînê kirin.
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan û Meclîsa PYD’ê yên bajarê Helebê bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku 15’ê Sibata 1999’an bi revandina wî encam da, daxuyaniyeke hevbeş da.
 
Daxuyanî li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji aliyê rêvebera Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan Delal Mihemed û hevserokê Mala Êzidiyan a Helebê Nenan Cafer ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de berxwedana Rêber Apo li hemberî pergala êşkence û qirkirinê hat silavkirin û wiha hat gotin: "Komploya gerdûnî ya roja reş a di şexsê Rêbertî de, hevkariya hêzên mezin a bi siyasetên qirêj ên Osmaniya nû piştrast dike. Armanca wan ew e ku Osmaniyên Nû razî bikin û wan bi hegemonyaya yekqutbî ve bikişînin."
 
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku israr û biryardariya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir dibe. Hate gotin: "Em dê bê westan çalakiyên xwe berdewam bikin da ku dengê xwe bighînin CPT’yê, civata navneteweyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan."
 
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina meşa azadiyê ya jinan destwerdanê bikin.