Dayikên Şemiyê: Dê têkoşîna me ya pêkanîna edaletê bidome
- 13:14 1 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1036’emîn de li aqûbeta Bedîrhan Tûysûz pirsîn û gotin: "Lêpirsînek bi bandor ku dê li aqûbeta Bedîrhan Tûysûz eşkere bike. Çiqas sal derbas bibin jî em ji bo Bedîrhan Tuysuz û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê dixwazin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bipirsin û ji bo kiryar bên darizandin çalakiya xwe didomînin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan hatin cem hev çalakiya xwe ya 1036'an li dar xistin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Ferît Şenyaşar, nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê Ûmît Efe û gelek kes tevlî çalakiyê bû.
Dayikên Şemiyê, di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Bedîrhan Tûysûz ê ku di sala 1979'an de li gundê Kiliçin ê navçeya Curnê Reş a Rihayê ji aliyê çekdarên girêdayî Eşîra Bucak a ku bi kontrgerîla re têkiliyên wan ên nêz hebû, hate revandin pirsîn. Ûmît Efe metna daxuyaniyê xwend.
Ûmît Efe, diyar kir ku di dawiya salên 1970'î de li Curnê Reş ku êrîş û mirin lê pêk dihat, rewşeke tund û tûj hebû û wiha got: "Nadîr Temel ê ku di 6'ê Gulana 1979'an de di hilbijartinê de weke namzetê serbixwe yê şaredariyê bû bi ser ket. Bi vî awayî Curnê Reş bû şaredarê yekemîn a ku siyaseta kurd bi dest xist. Piştî hilbijartinan li Curnê Reş rewşa tundûtûjiyê hîn xerabtir bû. Mehmet Celal Bucak, endamê Partiya Edaletê ya wê serdemê, di heman demê de serokê baskê Eşîra Bucak bû ku bi sedan çekdarên wê hebûn û bi dewletê re hevkarî dikirin. Îdîayên cidî yên ku bi kontrgerîla û operasyonên taybet re di nava têkiliyên nêz de ye hebûn.
Eşîrên ku li Rihayê bi wî re nebûn dibûn hedefa Bucakê. Bedîrhan Tûysûz ên ku li Sîwereg û Curnê Reş bi cih bûne yek ji van eşîran in. Bedîrhan Tuysuz kesekî ku li gund bi çandiniyê re mijûl dibû û di derdora xwe de jê dihat hezkirin û rêzgirtin. Di Mijdara 1979’an de bi sedan çekdarên Hakî Bucak ê ku ji Eşîra Bucakan e, bi ser gund de girt. Kurê Bedîrhan Tûysûz ê 13 salî û hevjîna wî rehîn girtin. Ji Bedîrhan Tûysûz re peyam şandin û gotin 'Malbata te li vem me ye, bê em biaxivin'. Li ser vê yekê Bedîrhan Tûysûz hat cihê bûyerê, lê bi zorê ew xistin wesayîtê û ew revandin.
Malbatê demildest serî li cendirme û qeymeqamtiyê da û xwest kurê wan ê revandî bê dîtin. Li ser îdiayên malbatê bi taybetî ku Bedîrhan Tûysûz li gundê Sogûtlu ya Bucakê bi darê zorê hatiye binçavkirin, lêpirsîn nehat vekirin. Di encamê de serlêdanên malbatê nehatin şopandin.
Lêpirsînek bi bandor ku dê aqûbeta Bedîrhan Tûysûz eşkere bike. Ji bo daxwaza Malbata Tûysûz a 'Bila gorekî wî hebe' bi cih bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ji bo Bedîrhan Tuysuz û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê dixwazin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
Çalakî bi dayîna qurnefîlan li qada dorpêçkirî bi dawî bû.