Li Hatayê îhmalkarî mirovan dikuje

  • 09:03 1 Sibat 2025
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
HATAY - Bi erdhejê re bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes bi nexweşiyên fîzîkî û psîkolojîk ketin. Doktor Gul Tanik got ev nexweşî ji ber îhmalkariyê derketine holê û got ev pêvajo çiqas zû biqede wê nexweşî jî evqas kêm bibin.
 
Piştî erhdeja 6’ê sibatê pêk hat hilweşînek mezin derket holê û  mirov derbasî kon û konteyiran bûn. Li van herêman erdhejzedeyan pirsgirêkên tenduristiyê yên giran jiyan û her wiha pisgirêkên av ceyranê jî hene. Tevî du sal di ser edhejê re derbas bûne hîna bi dehezaran kes di konteyniran de ne.
 
Li konan pisgirêkên mezin û girîng
 
Doktor Gul Tanik diyar kir ku serê pêvajoyê de hatiye herêma erdhejê û pisgirêkên mezin hebûne. Gul Tanik wiha vegot: “Ez di demeke pir xerab de hatim vir. Ji serê meha Adarê û vir ve em di nav kavilan de dixebitin. Hekîma Malbatê li bajarê konteynirê me. Dema ez hatim konteynir tune bûn, tenê kon hebûn. Ji ber ku di wê serdemê de bi her awayî konteynir nedihatin avakirin. Pirsgirêkên kon, pirsgirêkên dermanan hebûn. Bêtehamuliya mirovan li hemberî dengan hebû. Mirov bi tirs bûn. Elektrîk jî tunebû, em di wan şert û mercan de dixebitîn. Jin bi piranî pisporên tenduristiyê yên jin tercîh dikin. Mînak dema derziyek hêsan be jî jin naxwazin mêr derziyê li wan bidin. Hemşîreyên min hemû mêr bûn. Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de em bi gelek zahmetiyan re rûbirû man. Mînak, jin hebûn ku tendirustiya xwe piştguh kiribûn û tenê li bendê bûn ku jin derziyê li esn bifr. Dîsa yek ji wan tiştên ku jin herî zêde pê re zehmetiyê dikişînin Cystitis (Enfeksiyonên rîya mîzê) ye. Li herêmê tuwaletên guncav tune bûn. Tuwaletên hevpar, giştî hatin avakirin, tuwaletên gerguhêz hebûn. Dema ku her kesî ew bi kar anîn, nexweşiyên enfeksiyonê yên xwezayî zêde bûn. Bi ser de jî nexweşiya ku jê re gurîbûn tê gotin zêde bû. Mirov ji sê rojan zêdetir nikarîbûn xwe bişon. Kesên ku mehekê neşûştî diman hebûn. Ji ber gurîbûn zêde bû û mirov her tim laşê wan dixure. Di destpêkê de me nexwest ku mirov ji mirovan re bêjin gurî.”
 
‘Nexweşên kronîk ji ber axê zûtir mirin’
 
Gul Tanik anî ziman ji ber hilweşînan rêjeya axê gelek zêde bû ji ber vê jî nexweşên kronîk gelek bi bandor bûne û got: “Di serdemên destpêkê de, nexweşiyên ku em jê re dibêjin astma alerjîk bi mirovan red peyda bûne. Wekî din, me bi hevalên xwe yên bijîjk re dest bi reçetekirina dermanên wekî Kortehe û Ventolin kir. Mirov ji ber tozê nedikarî aliyê din bibîne. Ev yek bi demê re kêm bûye, lê ji holê ranabe, ketiye nava xwezayê.  Bi xwezayî, her kes hêdî hêdî dest pê kir ku vegere pêvajoya xwe ya asayî. Dema em li dema niha dinêrin hejmara kesên bi astimê dikevin zêde bûye. Kesên bi makîneyê ve girêdayî hebûn. Di vê pêvajoyê de ew pir bandor bûn. Ez bawer im piraniya wan mirine. Min li malê jî mirin dişopand. Kesên bi astim û nexweşiyên kronîk zûtir dimirin.”
 
Pirsgirêkên jinan didomin
 
Gul Tanik balkişand ser pirsgirêkên ku jin dijîn û di vê mijarê de wiha got: “Di erdhejê de jinên ducanî gelek zehmetî kişandin. Wê demê nexweşxane nexebitîn. Tenê bijîjkên malbatê yên lênihêrîna seretayî çalak bûn. Li cihên ku em bi peywirê diçûn, me weke jinekolog bi destan nedikarî ultrasoundê ji jinan re bikin, lê bi kontrolkirina tansiyona xwînê û nirxên wan ên jiyanî heta ku ji destê me tê em hewl didin wan dilniya bikin. Ji ber ku jinên ducanî du jiyanan dimeşînin, ji jineke normal zêdetir nêzî mirinê ne. Ji ber vê yekê, di navbera wan de veguherînek du alî heye, ji ber ku pitik rasterast bi tevlihevî û rewşên gengaz ên ku dibe ku çêbibin bandor dike, û pitik bandorê li dayikê dike. Ji ber vê yekê jî heta ku ji destê me tê me giranî da jinên ducanî. Dema em careke din lê dinêrin, di vê pêvajoyê de gelek kar li ser jinan kom bûye. Jin neçar ma ku firaq û cilan li malê bişo, lê av tune bû. Loma jî jin bêtir westiyabû. Min dît ku jin ji aliyê psîkolojîk ve diqelişe û li hember dengên bilind bêtehemûl bûne.”
 
Li herêmê hejmara doktoran kêm bû
 
Gul Tanik da zanîn ku li bajar xizmetên tendurisitiyê qelsin û her wiha hejmara doktoran jî kêm e. Gul Tanik wiha dirêjî dayê: “Li bajar psîkolog û psîkiyatrîst kêm bûn. Me hewl dan em  xwe bigihînin hemû kesî. Hevalên psîkolog hatin vir û li qadan dest bi xebatan kirin .lê dîsa jî qels bû. 10 doktor hebûna yek tenê psîkolog bû. Bi taybet zarok pir bi bandor bûn. Tirsiya bûn. Ji dengê bilind ditirsiyan.”
 
‘Di erdhejê de îhmalkarî hebû’
 
Gul Tanik da zanîn ku di bingeha pirsgirêkan de îhmalkarî heye û wiha dawî lê anî: “Em ê 2 salan temam bikin û hê jî pêdiviyên me kêm in. Qutbûna ceyran û avê heye. Şertên paqijiyê jî kêm dibin. Ji bo ku mirov li dijî xiroşê têbikoşin divê şert û mercên paqijiyê zêde bikin, lê rewşa berevajî vê didome. Di erdhejê de xemsarî hebû, ger destê yekî bigire û bipirse, dibêjin ji ber erdhejê sê rojan bi tenê mane. Dibêjin sê rojên pêşî li wir kes tunebû. Dibêjin di vê pêvajoyê de dewlet nebû. Ez niha ji bajarê konteyniran têm û pirsgirêkên me yên av û ceyranê berdewam in. Germkirina me bi elektrîkê tê kirin. Li bajarên konteyniran sobeyên elektrîkê û klîma hene. Konteynir hesin e. Dema ku sar be û elektrîk qut bibe, mirov di hundirê hesinê de ji derve 10 qat zêdetir sermayê hîs dike. Ez wek bijîjk dikarim ji we re bibêjim ku her ku diçe elektrîk qut dibe hejmara nexweşan zêde dibe. Her ku av tê qutkirin, li gorî şert û mercên paqijiya mirovan nexweşiyên infeksiyonê zêde dibin. Bêguman em nizanin ev pêvajo dê heta kengî berdewam bike, lê eger ev pêvajo kêm bibe û jiyan vegere rewşa asayî, bêguman nexweşî jî kêm dibin.”