Karîane Westrheîm:Ocalan li ser maseyê nebe wê hewldan jî ne cidî be

  • 09:05 1 Sibat 2025
  • Rojane
  
Melek Avci
 
Prof. Karîane Westrheîm der barê hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re axivî û balkişand ser şert û mercên çareseriyê û got: “Ez  nikarim hewldana aştiyê cidî  bigirim ku Birêz Ocalan li ser maseyê wekhev cih negire. Bêçekbûn tenê bi danûstandinên cidî dikare pêk were.”
 
Hevdîtinên Îmraliyê didomin û bi tevilbûna gelek kesên ji qada navneteweyî nameyeke ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hat şandin.
 
Name ji Serokê Komîteyê  Serokwezîrê Luksemburgê, Xavîer Bettel re hat şandin û hat xwestin ku divê hevdîtinên malbat û parêzeran pêk bên û Abdullah Ocalan bê berdan. Sreoka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) Prof. Karîane Westrheîm der barê mijarê de axivî.
 
‘Hevdîtin pêşketinek girîng bû’
 
Karîane Westrheîm  balkişand ser hevdîtina ku 43 me şûnde bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin û got: “Hevdîtina Abdullah Ocalan bi biraziyê wî Omer Ocalan re pêşektinek girîng bû. Naverok û armanca vê hevdîtinê hîna ne zelal be jî di wê demê de pêkhatine hinek hesabên siyasî yên kûr nîşan dide. Tecrîda li ser Birêz Ocalan weke stratejiyeke siyasî ya ku dewleta Tirk ji bo lewazkirin an parçekirina tevgera Kurd pêk tîne tê dîtin. Dewlet bi sînordarkirina têkiliya Ocalan a bi cîhana derve re, armanc dike ku bandora wî ya li ser gelê Kurd kêm bike û gotara siyasî ya berfireh kêm bike. Ev awayê tecrîdê ji zindanê wêdetir e û hewldanek e ku ne tenê ferd, îdeolojî û tevgera ku ew temsîl dike jî biçewisîne.”
 
‘Tevî astengiyan hêza Abdullah Ocalan bi heybete’
 
 Karîane Westrheîm   diyar kir ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan mijarek divê bê nîqaşkirinê ye û wiha domand: “Tevî hemû astengiya hêza Abdullah Ocalan bi heybete. Fikr û nêrînên wî ne tenê li ser gelê Kurd, tevgera Kurd li hemû aliyên pêşketî û demokratîk a global bandor kiriye.”
 
‘Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dibe ku stratejîk be’
 
 Karîane Westrheîm  balkişand ser hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û êrîşên li ser rojava û wiha dirêjî dayê: “Erdogan û dewleta Tirk hem li hundir hem li derve di bin zexta cidî de ne. Aboriya Tiriyeyê nebaşe û Erdogan di hilbijartinên dawî de rewabûna xwe winda kir. Krîza mirovahiyê zêde bûye. Li dijî vê xwegîhandina Birêz Ocalan dibe ku pêngavek stratejîk be. Abdullah Ocalan aktorekî girînge. Erdogan dibg eku bi hevdîtina bi Ocalan re yekitiya Kurdan xera bike.Hevdîtinên bi Ocalan re dibe ku pêngavek stratejîk be.”
 
‘Birêz Ocalan lîderekî zana ye’
 
Karîane Westrheîm  der barê peyama Abdullah Ocalan a ji hevdîtina dawî hatye dayîn jî wiha anî ziman: “Peyama Birêz Ocalan di esasa aştî û çareseriyê de ye û di pêvajoya çareseriyê de qonaxek girîng temsîl dike. Bang dike ku parlamento wek platforma diyalogê bê bikaranîn. Cihê çareseriyê wek parlamento nîşan dide. Ev peyam heman demê de nîşan dide ku girîngiya diyalog û dîplomasiyê wek stratejîk tê qebûlkirinê. Birêz Ocalan lîderekî zanaye, dizane çi dike, tevgera xwe gelê xwe û xwe navêje rîskê. Ji bo di muzakereyan de rola xwe bilîze divê pêvajoyeke jidil û organîzekirî dixwaze.”
 
‘Divê tecrîd bê rakirin’
 
Karîane Westrheîm di berdewamiya axaftina xwe de got divê tecrîd bê rakirin û şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha got: “Tecrîd li ser birêz Ocalan û hezaran girtiyên siyasî didome. Erdogan êrîşên li ser Rojava didomîne. Êrîş ji her demê zêdetir dijwar bûne. Di van şert û mercan de çareserî ne pêkan e. Lê niha tiştekî şên ber tune ye. Tecrîd didome.Niha di vê paceya derfetê de valahiyek heye. Ji bo hewaya paqij bikeve hundir divê ev valahî bê girtin û ev peywir jî dikeve ser milê rayedaran.”
 
Karîane Westrheîm   balkişand ser hevdîtina duyemîn û der barê vê de jî wiha anî ziman: “Hevdîtina duyemîn pêk hat. Ev erênî ye. Tenduristiya Abdullah Ocalan başe. Vê em kêfxweş kirin. Tu car wî xwe dernexist pêş. Ji rewşa xwe gazincan nake. Di hevdîtinê de ji bo malbatên kesên di şewata Boluyê de jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest. Naveroka hevdîtinê bê guman wê der barê destpêkirina pêvajoyeke aştiyane ya nû be. Birêz Ocalan bir ê û rêbazeke gelek serkeftî diçe hedefê û wê nexşerêyekê çêbike. Lê divê beriya her tiştî ev tecrîd bê rakirin. Rê dirêje û astengî hene. Rola rêxistinên navneteweyî girînge. Divê tecrîdê bikin rojeva xwe. dikarin piştgiriyê bidin edalet û rêgezên zelalbûnê. Rola saziyên navneteweyî girînge. Dikarin daxuyaniyan bidin û di vê mijarê de Tirkiyeyê bidin zorê. Ez  nikarim hewldanene aştiyê ya cidî ku Birêz Ocalan li ser maseyê wekhev cih negire, bifikirim. Bêçekbûn tenê bi danûstandinên cidî dikare pêk were.”