Ji jinan bang: Aştî hewcedariya lezgîn e
- 09:05 24 Çile 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Jinan der barê peyama ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şandiye û meclîs nîşan daye de nirxandin kirin û got: “Pirsgirêka kurd pirsgirêka welate. Li pişt deriyên girtî hevdîtin nayên qebûlkirin. Divê her tişt di zemîna qanûnî de li TBMM’ê bê pêşxistin.”
Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder di 28’ê Kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê peyama ji 7 xalî pêk dihat bi rayagiştî re hat parvekirin. Rêberê PKK’ê di peyama şan de diyar kir ku xurtkirina yekitiya gelê Kurd-Tirk berpirsyariyek dîrokî ye û ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû kes însiyatîfê bigirin û zemîna vê jî TBMM nîşanda. Jinan der barê mijarê de nirxandin kirin.
Endama Kordînasyona Jinan a HDP’ê Yagmur Yurtsever da zanîn ku ji pêvajoya çareseriya 2013-2015’an heta niha li Kurdistan û Tirkiyeyê êrîşên cidî mijara gotinê ne û got: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê diyalog girînge.Ji bo vê divê êrîş demildest rawestin. Herî zêde jin aştî û demorkasiyê dixswazin. Em jin di demokratîkbûna Tirkiyeyê de xwe berpirs dibînin. Divê ev wek derfet bê nirxandin."
‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka welat e’
Yagmur Yurtsever balkişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ‘yek ji zemîna girîng ya piştgiriyê bide pêvajoyê wê TBMM be’ û got: “Esasa têkoşîn û berxwedanê gel û civak e. Lê ya ewilehiya vê bigire û bike meriyetê parlamentoye. Demên borî de ji bo çareseriya pisgirêka Kurd hewldanên cuda pêk hatin. Lê qelsiya zemîna qanûnî û ewlehiya qanûnî wek pirsgirêkên cidî derketin holê û bû sedema jiyana hezaran kesî.Divê bê qebûlkirin ku pisgirêka Kurd pirsgirêka welate. Banga ku Birêz Ocalan kiriye jî ev e. Divê her kes berpisyariyê bigire ser xwe.”
‘Divê her tişt di zemîna qanûnî de bê pêşxistin’
Hevberdevka Partiya Çep a Keskan a Bakirkoyê Oya Uçar jî wiha vegot: “Medurên şer jin û zaokin. Ji ber pirsgirêka Kurd heta niha nehatiye çareserkirin zirarek mezin çêbû. Ez kampanya îmzeyan a mîlyonekê ya HDK’ê bi nirx dibînin. Ne mîlyonek divê bigihêje 10 mîlyonî. Wê demê em ê bibînin ku hêvî heye.Ji şer xilasbûn wê aramiyê bîne. Divê her tişt zelal b^emeşandin. Gel dizane çi dixwaze. Gel zelaliyê dixwaze. Divê her tişt zemîna qanûnî de pêş bikeve.”
‘Divê her kes rola xwe bilîze’
Endama Meclîsa Giştî ya HDK’ê Esengul Demîr jî diyar kir ku mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê mijara esas e û wiha dirêjî dayê: “Abdullah Ocalan peywira xwe aniye cih. Divê peyamên wî esas bên girtin. Divê ev derfet baş bê nirxandin. Me şahidiya pêvajoya berê kir. Ji ber vê niha rayagiştî bi mereq û baldarî pêvajoyê dişopîne. Lê divê tenê bi şopandinê sînro nemînin. Divê her kes peywira xwe bîne cih û tevli pêvajoyê bibe. Divê daxwazên gel li ber çavan bên girtin.Ev pêvajo bi hêviye. Em jî bibin kirdeyên diyarker yên pêvajoyê.”
‘Aştî hewcedariyek lezgîne’
Ji Kordînasyona Giştî ya Partiya Sosyalîst (SOLDEP) Doga Teknecî jî wiha anî ziman: “Aştî di vê nokteyê de di vê pêvajoyê de şer û hewcedariyeke lezgîne. Hevdîtinên Îmraliyê pir girîngin. Ji bo wekheviya Kurd –Tirkan divê gav bê avêtin. Em vê diparêzin.Me her tim wekhevî parast. Ya piştgiriyê bide aştiyê TBMM ye. Birêz ocalan Kurdan temsîl dike û lîderekî girînge. Bêguman divê li ser maseyekê bên gel hev û biaxivin. Divê em jin ji bo aştiyê kapîtalîmza baviksalar hilweşînin. Ji bo aştiyê divê hemû gav bên avêtin.”