‘Gelên herêmê wê hemû êrîş û planên kirêt têk bibin’
- 09:06 24 Çile 2025
- Ji Pênûsa Jinan
"Li hember hemû êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dil û can li dora şervanên xwe yên azadiyê kom dibin. Baweriya gelan heta dawiyê bi şervanên QSD û YPJ’ê heye. Gelên herêmê dizanin şoreşa li ser paradîgmaya Rêber Apo ava bû û pêş dikeve, yekane rêya çareseriyê ya hemû pirsgirêkên çavkaniya xwe ji dewleta netewe digire ye. Pratîka 13 salan a şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev xisûs bi awayekî pir eşkere nîşanî hemû cîhanê daye."
Leyla Weşûkanî
Dewleta Tirk a dagirker weke her carê berê xwe dide mirovên sivîl û bi rengekî pir hovane bi ser wan de diçe. Jixwe dema mirov dîroka kevnar a serwerên Tirk lêkolîn dike, bi awayekî pir zelal hovîtiya wan tê dîtin. Dewleta Tirk a faşîst xwedî kiryarên gelekî kirêt e û van kiryarên xwe hê jî didomîne. Li gorî diyar dibe dewleta Tirk a dagirker qet ji rêbazên xwe yên der-exlaqî poşman nebûye û heman hişmendiyê diparêze. Dewleta Tirk a qirker, dagirker û hevkarên wê destdirêjiyê li ser mafên gelan dikin û di vê xisûsê de xwe mafdar dibînin. Jixwe dema mirov bala xwe dide dîroka desthilatdariya Tirk mirov dibîne ku îro jî neviyên wan heman kirêtî û hovîtiyê berdewam dikin.
Weke tê zanîn 8’ê Çileya îsal çeteyên dewleta Tirk bi rengekî pir hov û dirinde, êrîşî xelkê sivîl ê li ser esasê şermezarkirina êrîşan û piştevaniya bi QSD û YPJ'ê re berê xwe dabûn bendava Tişrînê kirin. Di encama êrîşan de 20 kesî jiyana xwe ji dest dan û 120 kes jî birîndar bûne. Ew xelkê aştîxwaz bi mebesta dawiyê li şer û gengeşeyên li herêmê bînin, berê xwe dan qadên şer û digotin ku jiyana xelkê sivîl ê herêma Firatê û Dêrezorê di metirsiyê de ye. Lê mixabin çeteyên dewleta Tirk xwe li çalakiyên gel ranegirtin û bi hovane êrîş kirin. Em ji malbatên me yên şehîd re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn hêvî dikin. Ji hevalên şehîd jina bi navê Kerem El Şihab El Hemed rêvebera Meclîsa Jinan a Zenûbiya bû. Hevala Kerem El Şihab El hemed ji bo me jinan windahiyek pir mezin bû. Em ê teqez hêvî û xeyalên hevala xwe ya kedkar û dilsoz bi serketina herî pîroz tacîdar bikin.
Kerem El Şihab El Hemed jineke pir jîr û zana bû. Jixwe wek tê zanîn dijmin ji jinên zana û jîr ditirse û ji ber vê êrîş dike. Divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zanibin ku em ê tola şehîdên xwe yên pêşeng rakin û em sûcdaran qet efû nekin. Di êrîşên destpêkê de yên li ser bajarê Minbicê jî du hevalên jin ên Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya şehîd bûn. Dijmin û hevkarên wê jinên rêxistinkirî dike hedef û armanca xwe. Naxwe divê tevahî jin li hemberî van êrîşan hişyar bin û yekîtiya xwe xurttir bikin.
Şefê faşîst ê desthilatdariya dewleta Tirk, Erdogan beriya çend salan gotibû ku “Jin be jî zarok be jî em ê ya pêwîst dike bikin” û li ser vî esasî bi taybet li hember jinên çalakvan û şoreşger êrîşên herî hovane hatin kirin û ev êrîş bênavber berdewam dikin. Dewleta Tirk a faşîst hemû pîvanên navneteweyî yên şer binpê dike. Li hember van kiryarên dewleta Tirk ti sazî, dezgeh û welatên dibêjin em alîgirên mirovatî û demokrasiyê ne dengê xwe dernaxin. Dewleta Tirk a faşîst ku ji vê bêdengiyê sûd digire, ti sînorekî exlaqî û mirovî nas nake.
Li hember hemû êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dil û can li dora şervanên xwe yên azadiyê kom dibin. Baweriya gelan heta dawiyê bi şervanên QSD û YPJ’ê heye. Gelên herêmê dizanin şoreşa li ser paradîgmaya Rêber Apo ava bû û pêş dikeve, yekane rêya çareseriyê ya hemû pirsgirêkên çavkaniya xwe ji dewleta netewe digire ye. Pratîka 13 salan a şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev xisûs bi awayekî pir eşkere nîşanî hemû cîhanê daye.
Em bi gelên xwe yê berxwedêr gelekî serbilind in. Dayik û bavên me yên hêja, li kêleka keç û kurên xwe di sengerên herî pêşde têkoşîn dikin û ev jî gelekî bi qîmet û pîroz e. Em berxwedana gel silav dikin û dibêjin, “Em jî dengê xwe tevlî dengê we dikin. Hûn jî serê xwe bi zarokên xwe yên şoreşger bilind bikin. Berxwedana we ya bi rûmet rastiya pîroz a şerê gelê şoreşgerî ye yê Rêber Apo bi lêv dike û dibêje, ‘Ev şer şerê herî bi wate û bi bandor e'.”
Bêguman ji destpêka êrîşan ve gaziyên şer jî di sengerên berxwedanê yên herî pêş de cihê xwe digirin. Tevî parçeyek ji canê xwe dane û nexweşiyên xwe yên curbicur jî paşde gav navêjin. Ev jî cihê hurmet û serbilindiyê ye. Eşkere xuya dike bê şervanên xwe bi bîrdozî û felsefeya Rêbertî perwerde kirine xwedî qudret û kerameteke çawa ne.
Em jî bi germahiya dilê xwe hemû şervanan, gaziyan, jinan û hemû gelên xwe yên berxwedêr silav dikin. Li ser vî esasî em bang li xelkê xwe yê herêma Dêrezorê jî dikin ku li hemberî lîstikan şiyar bin. Bi xwedîderketina li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi cihgirtina li rex şervanên QSD û YPJ’ê em ê her cure êrîş, plan û lîstikên qirêj berteref bikin û bi ser bikevin.