Di komîsyona têkoşîna li dijî tundiyê de hay ji wekheviyê tune ye

  • 09:04 24 Çile 2025
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE- Ozgul Sakî ku di Komîsyona Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de cih digire diyar kir ku polîtîkayên desthilatdariyê bandorê li vê jî kiriye û got: “Endam xwe nawestînin. TUÎK dibêje tevî ku jin û mêr heman karî dikin jin ji sedî 30 kêmtir heqdest digirin. Serokê komîsyonê dibêje ‘a wisa ye’ û ‘Ez matmayî mam ezê lêkolîn bikim’. Li dijî van gotinen ne pêkane mirov matmayî nemînin.”
 
Komîsyona Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ku bi pêşniyarên DEM Partiyê hat rojevê, di 10’ê cotmehê de hat avakirin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di 2024’an de 394 jin hatin qetilkirin û 259 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Serokatiya komîsyona li meclîsê hat avakirin ji roja ewil de bi bertek hat pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî der barê xebatên komîsyonê de axivî.
 
Endamên mêr
 
Ozgul Sakî anî ziman ku DEM partiyê bi dehan carî ev komîsyon pêşniyar kiriye û AKP û MHP’ê her carê red kiriye û got: “Piştî înfala civakî ya piştî qetilkirina li Sûrên Stenbolê ev hat avakirin. Serok û endamên komîsyonê ji mêran  pêk tên. Tevî ez tevli komîsyonê bûm. Me îtîraz kirin lê bertekên bi xof hatin nîşandan.”
 
‘Daneyên TUÎK’ê jî veneşart’
 
Ozgul SAkî got yek ji komîsyona ku herî zêde tên gel hev in û wezaret tên civînên wan û got: “Em bi rewşên cuda re hatin rû hev. Wezîrê Perwerdê Yusuf Tekîn hat civînekê. Civîn pir aloz derbas bû. Wezîr bertek nîşanê nerînên me pirsên me dan. Ligel vê di daneyên rayedarên wezaret û burokratan de derke tholê ku jiyana jinan çawa di asta herî jêr de ye. Ji îstîhdamê bigirin heta perwerde, nûneriya siyasî. TUÎK’ê bi 30 sernavî civîn kir. Di van sernavan de hat dîtin ku jin di hemû qadên jiyanê de li erdê ne.”,
 
‘Komîsyona tiştekî neke wê bêyî encam biqede’
 
Ozgul Sakî wiha dirêjî dayê: “Endamên komîsyonê van wek pirsgirêk nabîne. Sedema vê jî mijar serdestiya mêr e û ev bi sîstematîk tê afirandin. Dema hati komîsyonê jî serdestiya mêr meşandin.Gelek endamên komîsyonê ne xwedî fikr in. Em bi endamên ji muxalefetê re keti piştevaniyê. Me bandora pergala serdest ya mêr a li ser tundiya li ser jinan vegot. Di 12 civînan de tevî hewldanên çewisandin û aloziyan me ev vegot. Lê ger ku komîsyon di sînorên xwe de bimîne wê bêyî encamê bigire xebat bidawî bibe.”
 
‘Destilatdarî tundiya li ser jinan vedişêre’
 
Ozgul Sakî bal kişand ser komîsyona pêşîgirtina qetilkirina jinan a ku dema berê bi pêşniyara HDP’ê hatiye avakirin û wiha got: “Raporeke 700 rupelî ya ji komîsyonê derket heye.Her kes hatiye guhdarkirin û yên divê bên kirin yek bi yek hatiye diyarkirin. Lê desthilatdarî naxwaze van pêk bîne. Dsthilatdarî dixwaze tundiya li ser jinê veşêre û derkeve holê.Tevî vê em ê xebatên xwe heta dawî bimeşînin. Di her runiştina komîsyonê de rewşên ku em matmayî hiştin hebûn. Ya herî girîng jî îfadeyên ku têkoşîna jinan bê nirx dikir, dihatin bikaranîn.”
 
Agahiya serokê komîsyonê ji newekheviyê tune ye
 
Ozgul Sakî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di vê komîsyonê de ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan hene û wiha dawî lê anî: “Hewl tê dayîn ku zayendperestiyê veşêrin.Agahiya piraniya endamên komîsyonê ji cîhanê tuneye. Lê em axaftinên xwe yên der barê tedbîran de dikin. Mixabin pêkhateyên AKP’ê di hewldaneke ku jinan bê nirx bikin de ne. TUÎK’ê daneyên xwe vedişart. Bi dehan carî me pêşnûme da û piştî vê TUÎK tevli civînê bû. TUÎK dibêje tevî ku jin û mêr heman karî dikin jin ji sedî 30 kêmtir heqdest digirin. Serokê komîsyonê dibêje ‘aa wisa ye’ û ‘Ez matmayî mam ezê lêkolîn bikim’. Li dijî van gotinen ne pêkane mirov matmayî nemînin. Tevî vê em ê xebatên xwe bidomînin.”