Ciwanan der barê êrîşên li dijî Sûriyeyê banga berxwedanê kir

  • 19:08 1 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ragihandin ku ew ji bo parastina gel û axa xwe amade ne û bang li hemû ciwanan kir ku seferber bibin û tevlî hêzên parastina xwe bibin û têbikoşin. 
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan têkildarî êrîşên komên girêdayê Tirkiyeyê daxuyanî da. Tevgera ciwanan banga seferberiyê li hemû ciwanan kir û ev tişt parve kir:
 
“Şerê Cihanê yê Sêyemîn bi şêwazên qirkirinê li ser Rojhilata Navîn de her diçe zêde dibe. Şer û pevçûnên ku li cîhan û Rojhilata Navîn diqewimin bandorê li tevahiya Sûriyeyê dike, rewşa niha ya welat aloztir dike û ji bo gelên herêmê dibe sedema metirsiyên mezin. Beramberê vî şerî yekane çareserî xwe spartina hêza xwe ya cewherî ye. Wek tê zanîn çeteyan di 27’ê Mijdarê de bi piştgiriya dewleta Tirk dest bi êrîşan kirin. Ji ber vê weke ciwan û jinên ciwan divê em ji hemû cureyên şer û pevçûnan re amade bin û karibin li dijî van şeran pêşengiya berxwedanê bikin.”
 
‘Em ê berxwe bidin’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo parastina gel û axa xwe amade ne. Li ser esasê îdeolojî, bawerî û hêza ku me ji Rêber APO girtiye û bi ruhê fedayî yê ku me ji şehîd Asya û şehîd Rojger girtiye, em ê li dijî van êrîşên qirêj li ber xwe bidin û têbikoşin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwan dikin ku seferber bibin û tevlî hêzên parastina xwe bibin û şer bikin.”
 
‘Seferber bibin û şoreşê biser bixin’
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Divê ciwan û jinên ciwan ên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr û Tirkmen piştgirî bidin hêzên xweparastinê yên li eniyên şer û weke her car bi hev re welatên xwe biparêzin. Her ciwanê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, divê xwe weke şervanekî azadiyê ya Rêber Apo bibîne û li gorî vê berpirsyariyê bigire ser milê xwe; Ji ber ku xweparastin mafê herî xwezayî ye. Me berê bi pêşengiya ciwan û jinan şoreşa Rojava bi dest xist. Bi dînamîzma ciwanan û fikir û felsefeya Rêber Apo, çeteyên DAÎŞ’ê hatin şikandin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker hatin pûçkirin. Niha dema zindîkirina ruhê şoreşê ye. Di vî qonaxa dîroki de em bi ruhê 19’ê Tirmêhê xwe seferber bikin û şoreşa gelan ser bixin. Li ser vê bingehê em bang li tevahî jinên ciwan û ciwanên Apo’yî dikin:Werin em dawî li şerê qirêj ê li Rojhilata Navîn bînin û hemû cure planên qirêj têk bibin.Werin em ji bo hemû gelên bindest jiyanek azad, wekhev û bi rûmet pêk bînin. Werin tevlî Cenga Azadiyê bibin, şer bikin; axa xwe, welatên xwe biparêzin!”