Di doza HDK û HDP'ê de ceza hat barandin

  • 12:08 28 Mijdar 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di doza ku 38 endamên HDK û HDP'ê bi îdiaya "Endamê rêxistinê" hatin darizandin, dadgehê 6 sal û 3 meh ceza ji "endamê rêxistinê" li 21 kesan birî. ji ber sûcê "propagandaya rêxistinê" jî salek û 3 meh ceza hat birîn.
 
Danişîna biryarê ya doza ku 38 endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di nav de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî heye ku 38 kes jê bi îdaya 'Propagandaya rêxistinê' û 'endamtiya rêxistinê jê tên darizandin li 28'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin.
 
 Dozgeriyê di îdanameya xwe ya berê de  bi hinceta "endamtiya rêxistinê" ji bo 35 kesan ceza û ji bo 3 kesan jî beraat xwestibû.
 
Di dawiyê de parêzerên ku mafên parastinê ji wan re hat dayîn û kesên tên darizandin parastinên xwe yên berê dubare kirin û  xwestin ku biryara beratê bêdayîn. 
 
Ceza kirin 
 
Dadgehê 13 kes beraat kir û 21 kesên ku di nav wan de Berdevkê Înîsiyatîfa 78’an Celalettîn Can û endama Desteya Rêveber a Navendî ya DEM’ê Elîf Bulut jî heye bi îdiaya “Endamê rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Ji bo 3 kesên ku di nav wan de Gonca Yangoz jî heye bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" salek û 3 meh ceza hat dayîn.
 
Danişîn taloqî dîrokeke pêşdetir hat kirin.