Heyeta Jinan a Rojava bi jinên Suryanî re civiya

  • 09:04 29 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta Jinan a Rojava ku li Swîsreyê hevdîtinan dike, bi jinên Suryanî re civiya.
 
Heyeta Jinan a Rojava ku ji Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, Berdevka Civata Jinan a Zenûbiyayê Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û Rêvebera Yekîtiya Jinên Suryan Jorjêt Bersûm pêkt ê, li bajarê Unterterzen ê Swîsreyê bi jinên Suryan re li Mala Jiyanê ya Jinan hevdîtin kir.
 
Jinên Suryanî ku heyeta jinan a Rojava pêşwazî kir, têkildarî Mala Jiyanê ya Jinan agahî dan. Bi navê heyetê Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer axixvî û li ser armanca serdana Ewropayê û hevdîtinên xwe agahî da.
 
Rêveberên Yekîtiya Jinên Suryanî jî diyar kirin ku ew parçeyek ji Sûriyeyê ne û li Ewropayê timî karê dîplomasiyê dimeşînin, şoreşa jinan a Rojava ji bo her kesî şensekî girîng e û modela li Rojava dixwazin li tevahiya Sûriyeyê bê pêkanîn.