Heta ku pirsa ‘Çi bi Rojînê hat’ bê bersiv bimîne wê jin di xetereyê de bin!

  • 22:06 28 Îlon 2025
  • Rojane
ENQERE - Li Enqereyê der barê salvegera mirina biguman a Rojîn Kabaîş de daxuyaniyek hat dayîn û wiha hate gotin: “Navê Rojînê sîmgeya lêgerîna edaletê ye. Di pêvajoya qetilkirina Rojînê de tenê tundiya mêr tuneye, heman demê de bi polîtîkayên bêcezahiştinê tuhensibandina jiyana jinan heye.”
 
Bi pêşengiya Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş ya li Wanê di 27’ê îlona 2024’an de winda bû û bi guman jiyana xwe ji dest da, li navçeya Çankaya ya Enqereyê li Kolana Sakaryayê daxuyaniyek hat dayîn.  Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Li ser navê komîsyonê Zelîha Taşkiran daxuyanî xwend.
 
‘Mirina Rojînê nehat ronîkirin’
 
Zelîha Taşkiran balkişand ser mirina Rojîn Kabaîş û got: “Rapora otopsiyê 28 rojan dan sekinanidn ne bi malbatê ne bi parêzeran re parve nekirin. Li ser DNA’ya aydê du mêran hat dîtin. Lê nehat gotin ev aydê kê ne û ji kîjan beşa beden ev DNA hatine girtin. Mirina Rojînê tevî salek derbas bû nehat ronîkirin. Mirina bi guman a Rojîn Kabaîş nîşaneya îhmalkarî û bêcezahiştinê ya dewletê û daraza mêr e. Navê Rojînê sîmgeya lêgerîna edaletê ye. Di pêvajoya qetilkirina Rojînê de tenê tundiya mêr tuneye, heman demê de bi polîtîkayên bêcezahiştinê tuhensibandina jiyana jinan heye. Daneyên krîtîk ji rayagiştî hatin veşartin.  Bi taybet salên dawî de mirinên biguman yên jinan zêde dibin.Delîl tên tunekirin û gumanbar tên parastin. Em ji vir dibêjin ku mirina Rojînê bi gotina întîxarê nikare bê girtin. Divê ev doz bê ronîkirin. Heta ku pirsa ‘Çi bi Rojînê hat’ bê bersiv bimîne wê jin di xetereyê de bin!”
 
Daxwaz
 
Zelîha Taşkiran der barê dosya Rojînê de ev daxwaz rêz kirin:
 
“*Divê biryara veşartiyê ya li ser dosyayê bê rakirin, malbat û rayagiştî xwe bigihînin rastiyan.
 
*Delîlên kêm hatine hiştin divê bên komkirin û bi zelalî bên aşkerakirin.
 
*DNA’yên hatine tespîtkirin aydê kê ne divê bên aşkerakirin
 
*Kes û saziyên berpirs divê hesab bidin.
 
* Divê ji bo mafê jiyana jinan bê parastin dewlet peywira xwe bîne cih.
 
*Bila malbata Rojînê tenê neyê hiştin û piştgiriya hiqûqî û manevî bê dayîn.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.