Kapmayaya îmzeyan didome: Aştî êdî ferz e!

  • 09:02 29 Îlon 2025
  • Rojane
AMED - Ji bo pêvajoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ kampanyaya ‘ji ber ku ez aştiyê dixwazim’ hatibû destpê dikin. Hevseroka TUAY-DER’ê Yeter Erel Tuma der barê kampanyayê de axivî û got: “Bila her kes bêje ‘ez aştiyê dixwazim, jiyanek bi rûmet dixwazim.’ Û biçe standê û îmzeya xwe bavêje."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokrtîk kir. Li seranserê cîhanê bangê deng da, ji ber ku piştî tecrîda 5 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekem car agahî jê hat. Piştî destpêkirina pêvajoya muzakereyê Komîsyona li meclîsê hat avakirin bi gelek aliyan re hevdîtin kir. Lê tevî evqas dem derbas bûye hîna pêşketinek tuneye. Her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Ligel vê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) ji bo ‘mafê hêviyê’ pêk bê, salek din dem da Tirkiyeyê. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), sazî û dezgeyên siyasî di vê çarçoveyê de kampanyaya îmzeyan a ‘ji ber ez aştiyê dixwazim’ dan destpêkirn. Kampanyaya îmzeyan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê didomin.
 
Yek ji bajarên ku kampanyaya îmzeyan lê didome Amed e. Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Yeter Erel Tuma der barê kampanyayê de axivî.
 
‘Gaveke ku dewlet û komîsyonê avêtiye tuneye’
 
Yeter Erel Tuma da zanîn ku ewil Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ daye destpêkirin lê hîna dewlet û komîsyonê gavek navêtiye û got: “Tevgera Kurd der barê pêvajoyê de tişta pêwist kir. Lê beramberê wê hîna tiştek nehatiye kirin. 7 meh in dewlet an jî komîsyonê gav navêtiye. Em ê bi israr têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê bidomînin. Ji bo em dengê gel bidin bihîstin me platformek ava kir. Ji ber em dest ji daxwaza xwe bernadin.”
 
‘Me banga xwe dubare kir’
 
Yeter Erel Tuma balkişand ser biryara KWKE’yê ya der barê Tirkiyeyê de hatiye dayîn û wiha vegot: “Tecrîd didome. Divê pêvajoya ku maseya muzakereyê lê hatiye destpêkirin û soza aştiya ku ji bo civakê hatiye dayîn, demildest bê destpêkirin. Ji ber vê me stand vekir û banga xwe dubare kir. Azadiya Abdullah Ocalan û meşandina pêvajoyê ya erênî girêdayê pêşketina aştiyê ye. Gel der barê pêvajoyê de baweriya wan tuneye. Azadiya Abdullah Ocalan wê hêvî û baweriya gel zêde bike.”
 
‘Aştî ferz e’
 
Yeter Erel Tuma bi lêv kir ku divê aştî bikeve jiyanê û ev bang kir: “Ev sedsal zêde ye her cureyê tundiyê li Kurdan hat kirin. Lê 52 sal in kesî di vî şerî de biser nexist. Lê her kes bi bandor bû. Ji ber vê divê aştî pêk bê û ferz e. Ji bo jiyaneke bi rûmet divê her kes ji bo aştiyê dengê xwe bilind bike. Divê bên standê û îmzeya xwe bavêjin.”