
Nêrgiz Mihemedî: Xelkê Îranê daxwaza demokrasiyê dikin
- 12:07 28 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî bi peyamekê ragihand ku xelkê Îranê ji bo parastina mafê mirovan û mafê jinan, daxwaza demokrasiyê dikin.
Girtiya Siyasî Nêrgiz Mihemedî ya hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê hatibû dîtin, derbarê rewşa siyasî ya li Îranê û nebûna demokrasiya li Îranê ji rojnameyek Fransî re axivî.
Nêrgiz Mihemedî got; “Ez dev ji xebata li dijî desthilata Îranê bernadim, ji ber ku xelkê Îranê 46 sal in ji bo mafê mirovan, mîsogerkirina mafê jinan û demokrasiyê têdikoşin. Tevî li Îranê wekhevî û demokrasî nîne, daxwazên van guhertinan jî hemû li ser bingeha hişyarî û îradeya xelkê Îranê ye.”
Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî ku xelata aştî ya nobelê wergirtiye, temenê wê 52 sal e, di nava 20 salên borî de zêdetirî 10 salên xwe di girtîgehan de derbaskiriye.