
Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn hat weşandin
- 16:22 28 Sibat 2025
- Rojane
ENQERE - Şaxa ÎHD’a Enqereyê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku 980 binpêkirinên mafê tenduristiyê û 408 bûyerên îşkence û muameleya xerab hatine tespîtkirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên di 6 mehan de li Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn qewimîn eşkere kir. Rapor, li avahiya şaxê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen rapor xwend.
Nûray Çevîrmen, diyar kir ku li gorî daneyên ÎHD’ê di navbera mehên Tîrmeh û Kanûna 2024’an de herî kêm 31 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Ji wan girtiyan 17’an jê ji ber nexweşiyan û astengkirina mafê tedawiyê, girtiyekî ji ber qezayê, girtiyekî ji ber jehrîbûna xurekan û 12’an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Di mehên Tîrmeh-Kanûna 2024’an de li Herêma Anatoliyaya Navîn li 4 girtîgehan herî kêm 3 girtiyan li dijî binpêkirinên mafan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger li dar xistine. Li gorî daneyên ÎHD’ê yên 20’ê Nîsana 2022’yan, li girtîgehan 651 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî raporê, bi qasî hatiye tespîtkirin herî kêm 980 binpêkirinên mafên tenduristiyê li Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn hatine kirin. Piraniya van binpêkirinan jî ji ber astengkirina daxwaza girtiyan a sewqkirina nexweşxaneyên baş, 6 mehan vehêlandina sewqên girtiyan, nebirina revîrê, tevî rapora ATK’ê jî neberdana girtiyan û pirsgirêkên hîjyenê qewimîn.”
Pêkanînên biçûkxistinê
Bi domdarî Nûray Çevîrmen da zanîn ku di nava 6 mehan de herî kêm 408 binpêkirin hatine kirin û wiha pê de çû: “Lê belê ji ber ku Wezareta Edaletê di vê mijarê de daneyên xwe parve nake, ji ber ku mafê agahîgirtinê yê li girtîgehan her tim tê astengkirin, bi taybet jî ji ber li girtîgehan di mijara agahîgirtinê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn, ji ber ku girtiyên edlî nikarin tiştên diqewimin bi çapemeniyê, meqamên berpirsyar û rêxistinên mafên mirovan re ragihînin, hejmara kesên rastî îşkenceyê û muameleya xerab tên gelek ji vê hejmara hatiye dayin zêdetir e. Di van bûyerên îşkence û muameleya xerab de herî zêde sepanên weke lêgerîna tazî, sirgûn, hewldanên gardiyanan ên ji bo sorkirina girtiyan û îşkence û tacîza devkî ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di raporan de cih girtin.”
Binpêkirinên ji ber biryarên tên dayîn
Nûray Çevîrmen, got ku mafên berdana bişert û kontrola edlî yê girtiyan bi destê Lijneya Îdare û Çavdêriyê tên binpêkirin û ev agahî parve kir: “Li Herêma Anatoliyaya Navîn der heqê 14 girtiyan de lêpirsîn hate vekirin, cezayê disiplînê li 27 girtiyan hate birîn, cezayê hucreyê li 10 girtiyan hate birîn, tehliyeya girtiyekî biyanî bi hinceta ‘halnebaşî’ hate taloqkirin, 99 girtî bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê nekarîn mafê xwe yê berdana bişert bi kar bînin û ji van 3 girtî li benda dema tehliyeya xwe man û tehliyeya 18’an jî hate taloqkirin; bi hinceta ku girtiyekî li dijî binpêkirina mafan serlêdan kiriye rewşa wî ya başhaliyê hate rakirin. Bi giştî 169 binpêkirin hatin tespîtkirin.
Sirgûn
Di heman demê de girtî sirgûnî cihên ji malbatên wan dûr hatin kirin. Dema ev sirgûn dihatin kirin jî malbat bi tu awayî nehatine agahdarkirin û gelek caran malbat dema diçûn serdanê hay ji rewşê bûne. Herî kêm 55 girtî bêyî daxwaza xwe hatin sewq û sirgûnkirin.”