
Navenda Şêwirmendiya Psîkolojîk û Hiqûqî ya Xwebûna Jin hat vekirin
- 15:07 28 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Navenda Şêwirmendiya Psîkolojîk û Hiqûqî ya Xwebûna Jin a ji aliyê Şaredariya Sûrê ve hatiye avakirin, hat vekirin.
Şaredariya Sûrê ya Amedê li ser Kolana Kadî Camî ya Taxa Dabanoglû ya navçeyê Navenda Şêwirmendiya Psîkolojîk û Hiqûqî ya Xwebûna Jin vekir. Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol di vekirinê de axivî û diyar kir ku wan di encama têkiliyên bi jinan re bi serdana tax û malan de biryara vekirina vê saziyê dane.
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya axivî û diyar kir ku polîtîkayên şer herî zêde bandor li gelê Kurd û jinan kiriye. Adalet Kaya diyar kir ku navçeya ku herî zêde polîtîkayên şer lê dihatin meşandin Sûr bû û got, "Sûr tê wateya bîranîna têkoşîna Amedê. Tê wateya bîranîna çand, ziman, ked û nasnameya me."
Herî dawî Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî bal kişand ser wate û girîngiya dîrokî ya Sûrê û got, "Em weke jin divê Sûrê ji nû ve ava bikin. Werin em bi jiyana kolektîf jiyana xwe ji nû ve ava bikin."
Navenda ku dê desteka şêwirmendiya derûnî û hiqûqî bide jinan, piştî axaftinan û qutkirina qurdeleyê hat vekirin.