
DFG û DÎSK Basın-Îş'ê bertek nîşanî girtina rojnamevanan da
- 14:24 22 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DGF û DÎSK Basin-Îş, bertek nîşanî êrişa qirqirina siyasî ya li dijî HDK’ê û girtina rojnamevanan da.
Di êrişa qirqirina siyasî ya li dijî HDK’ê de rojnamevan Elîf Akgul, Ercument Akdenîz û Yildiz Tar hatin girtin. Komaleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DGF) û DÎSK Basin-Îş’ê derbarê girtina rojnamevanan de daxuyaniyeke nivîskî da.
DGF’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dê rojnamevan nivîsandina rastiyê berdewam bikin û wiha hat gotin: “Ev heqîqet ji bo kesên ku êrişî rojnamevanan dikin û wan digirin dibe dert. Elîf Akgul, Ercument Akdenîz û Yildiz Tar rojnamevan in. Ew ji rojnamevaniyê wêdetir ji bo rojnamevaniyê têdikoşin û hevgirtinê mezin dikin. Me serî netewand, em ê netewînin. Em ê berdewam heqîqetan binivîsin. Heta hemû rojnamevanên girtî bên serbestberdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
DÎsk Basin-Îş’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku dixwazin mixalefeta civakî biçewisînin û wiha hat diyarkirin: “Armanca operasyonan bêdengkirin û çewisandina mixalefeta civakî ye. Rojnamevanên ku mafê agahîstantina gel diparêzin û welatiyên ku mafê xwe yê rêxistinbûnê bi kar tînin, bi rêya darazê rastî gefan tên û dema serî netewandin jî tên hepiskirin. Em ê li hember polîtîkayên zextê yên desthilayê serî netewînin. Em ê daxwaza edalet û azadiyê berdewam bilind bikin û têkoşîna xwe geş bikin. Hevalên me yên hatine girtin divê demildest serbest bên berdan.”