TJA: Em ê li dora HDK'ê bi rêxistin bibin

  • 13:28 22 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê di daxuyaniya xwe ya têkildarî binçavkirin û girtinên li dijî HDK’ê de got, “Em ê li dora HDK’ê xwe bi rêxistin bikin. Em ê serî li ber zilm û kiryarên dijhiqûqî netewînin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî binçavkirina 30 kesên ku piraniya wan endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bûn û di serdegirtinên 18’ê Sibatê de rojnameger jî di nav de hatin binçavkirin da. 
 
'HDK hêza îlhamê ya jiyana nû ye'
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku AKP bi zext, binçavkirin û girtinan hewl dide mûxalefeta civakî bi taybetî jinan ji bo misogeriya îqtîdara xw asteng bike û ev tişt got: "Têkoşîna hevpar a gel û jinan bersiva herî mezin a desthilatdariyê ye ku bi polîtîkayên şer, qezenc û talankirinê, qirkirina jinan, qirkirina ekolojîk re hewl dide civakê biçewisîn.  Di çarçoveya van polîtîkayên çewisandinê de li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) operasyonên qirkirina siyasî hatin lidarxistin û gelek rêhevalên me, rojnamevan, nivîskar, hunermend û sosyalîst bi awayekî derhiqûqî hatin girtin.  HDK xeta sêyemîn û rêya hevpar a gelan û jinan e. Qada herî demokratîk a têkoşînê ye ku hemû bawerî, nasname  xwe di bin banê wê de birêxistin dikin.
 
Em ê xwe bi rêxistin bikin
 
Ne hevalên me û ne jî em em ê li hemberî we serî netewînin! Em careke din bang li vê hikûmeta ku nikare welat bi rê ve bibe û gel dikişîne nava çiravê, dibêjin: Demildest dev ji vê bêhiqûqiyê berdin û hevalên me berdin! Em ê serî li hemberî we netewînin, em ê ji bo jiyanek wekhev û adil di her qadên jiyanê de xwe bi rêxistin bikin.”