
Bi girseyî serdana şîna Yayla Kizilkaya hat kirin
- 12:55 22 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Di dema sersaxiya endama YJA STAR'ê Yayla Kizilkaya de banga aştiyê zêde bû, li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek hatin nîşandan.
Ji bo endama YJA Starê Yayla Kizilkaya ku di Mijdara 2024’an de jiyana xwe ji dest da, li cihê sersaxiyê yê li Pîran Yaseviyê ya navçeya Rezan a Amedê şîn hat dnîn. Şîna hat danîn bi girseyê hat ziyaretkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Kesên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristanan winda kirine (MEBYA-DER), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, Rêxistina Şaredariya Rezan û Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê tevlî serdana şînê bûn.
Peyamên sersaxiyê
Serdana şînê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi 1 deqîqe rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokên MEBYA-DER'ê Semra Akkoç û Mehmet Emîn Kiliç ji malbata Yayla Kizilkaya re sersaxî xwestin.
Di merasîma sersaxiyê de timî dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin berzkirin. Beşdaran bal kişandin ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bertek nîşanî dewamkirina van êrîşan dan ku di demeke ku nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê dewam dikin e.
Serdan bi dayîna peyamên yekitiyê bi dawî bû.