
Kombûna Zenûbiya ji bo Pexşan, Werîşe û Şerîfe bang kir
- 12:47 22 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku li hemberî cezayên li dijî Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî bisekinînin û ji bo rizgarkirina wan bikevin nava tevgerê.
Kombûna Jinan a Zenûbiya têkildarî cezayên darvekirinê ku rejîma Îranê li çalakvanên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî biriye, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de cezayê darvekirinê yê li dijî her sê çalakvanan wek "xaleke reş li eniya mirovahiyê" hat binavkirin. Her wiha hate diyarkirin ku rejîma Îranê bi van cezayan hewl dide dengê rastiyê bibire û çi kesên ku daxwaza azadî û dadmeniyê dikin bitirsîne.
Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyand: "Ev ceza biryardariya me ya domandina têkoşîna azadî û edaletê zêdetir dike. Em di wê baweriyê de ne ku di dawiyê de wê dengê heqiyê bilind bibe.”
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û tevahî azadxwazên cîhanê hat kirin ku bi xurtî li hemberî neheqî û cezayan bisekinin û ji bo rizgarkirina her sê çalakvanan bikevin tevgerê.
Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn ku jiyana Pexşan, Werîşe û Şerîfe di xetereyê de ne û derengbûna destwerdanê wê bibe sedema talûkeyekê.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em jinên Kombûna Zenûbiya dê li hemberî vê zilmê bê deng nemînin. Em ê heya serketinê têkoşîna azadî û edaletê bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku piştevaniya me çeka me ya herî bi hêz e û yekitiya me sira hêza me ye.”