
‘Saziyên wek MESEM keda zarokan binpê dike’
- 09:03 22 Sibat 2025
- Zarok
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Li gorî ILO û UNICEF’ê li seransrê cîhanê 160 mîlyon zarok tên xebitandin li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek dixebite. Endama Komîsyona Zarokan a ÎHD’ê Berfîn Elçî got xizanî di temenê zarokatiyê de xebatê zêdetir dike û got: “ Saziyên wek MESEM keda zarokan binpê dike. Divê mekanîzmayên kontrolê bikevin dewrê.”
Li gorî rapora Rêxistina Xebata Navneteweyî (ILO) û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ya 2021’ê de kiriye li seranserê cîhanê 160 mîlyon zarok tên xebitandin û 63 mîlyon zarokên keç û 97 mîlyon jî zarokên kur dixebitin û ji van 79 mîlyon jî di karên bi rîsk û xeter de dixebitin. Li Tirkiyeyê jî ji her 5 zarokan yek tên xebitandin.
Li gorî Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUIK) di 2022’yan de hejmara zarokên dixebitîn ji sedî 18.7 bû û ev di 2023’yan de ji sedî 22.1 hatiye tespîtkirin. Li gorî daneyên meclîsa Ewlehiya Kar û tenduristiya karkeran di navbera îlona 2023-tebaxa 2024’an de herî kêm 695 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dane.
Endama Komîsyona Zaroka a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê Berfîn Elçî der barê mijarê de nirxandin kir.
‘Xebitandina zarokan bandorek neyînî li jiyanê dikin’
Befrîn Elçî zêdebûna xebitandina di temenê biçûk de girêdayê krîza aboriye û wiha vegot: “Zêdebûna karkeriya zarokan girêdayê xizaniyê ye. Xizanî karkeriya zarokan zêde dike. Ji ber xizaniyê malbat neçar dimînin zarokan bidin xebitandin û zarok ji dervyê kontrola dewletê tên xebitandin û nayê zanîn ku şertên çawa de dixebitin. Ev jî bandor li esr perwerde û tenduristiya zarokan vedike. Bandorek neyînî li esr zarokan dike. Zarok mahkumê mûçeyên kêm dikin. Ji bo peşî li vê bê girtin divê jibo malperan derfeta kar û aboriyê bê afirandin û perwerdehî bê dayîn.”
‘Bandorek neyînî li civakê dike’
Berfîn Elçî got zarokên divê tenê bi perwerdehiyê re mijul bibin ji bo piştgiriya malbatê di karên bi rîsk de dixebitin û wiha vegot: “Di van qadan de mixabin mirinê zarokan tên rojevê. Ev nakevin bin qeydan û ev ji însiyatîfa saziyan re maye. Mirov nikarin behsa ewlehiya zarokan bikin. Ev jî bandorek neyînî li civakê dike.”
‘Divê MESEM bên girtin’
Berfîn Elçî balkişand ser binpêkirina keda zarokan û got: “Piranî zarok ji ji ber vê di şertên nebaş de mezindibin. Zarok bi heqdestên kêm tên xebitandin û ev jî raste rast bandor li psîkolojî û jiyana wan ya perwerdê dike. Heman demê de ji ser saziyên wek Navenda Perwerda Pîşeyî (MESEM) yên girêdayê wezaretê keda zarokan tê binpêkirin derveyê qeydkirinê zarok tên xebitandin.Belê qeyda xebata zarokan tê kirin lê wek çirak tê dîtin û nakevin statuya karkeriyê. Ji ber vê em MESEM’an wek pêkanîna binpêkirina kedê dibînin û divê demildest bên girtin.”
‘Divê li ser dosyayan bên sekinandin’
Berfîn Elçî di dawiya axaftina xwe de got divê merciyên edlî li ser van dosyayan bisekinin û wiha dawî lê anî: “Lê merciyên edlî di van dosyayan de zêdetir li gel karsazan cih digirin û bepris nayên cezakirin. Ev jî bêguman pêşî li karkeriya zarokan vedike.”