
Xespa îradeyê li Wanê hat şermezarkirin
- 16:43 20 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Di meşa bi beşdariya bi hezaran kesî ya li dijî desteserkirina îradeyê ya li Wanê pêk hat de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Hevserok rûmeta me ne" hatin berzkirin.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, çalakiyên berxwedanê yên ku li tevahiya bajêr dane destpêkirin dewam dikin. Di vê çarçoveyê de bi beşdariya aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, ji Kolana Cûmhûriyetê ya navçeya Reya Armûşê ber bi avahiya Rêxistina Herêmên Demokratîk (DBP) ve meşeke girseyî hate lidarxistin.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, bi hezaran kes tevlî meşê bûn.
Di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî Serok Apo" û "Hevserok rûmeta me ne" hatin berzkirin.