Gef li nûçegîhana NûJINHA'yê hat xwarin

  • 12:35 20 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhana NÛJINHA'yê Şexaf El-Omar û jinên ku dibin mijara nûçeyên wê, li Helebê rastî gefên kesên nasnameya wan nediyar tên.
 
Îfadekirina nêrînên xwe û eşkerekirina zor û zehmetiyan di civakê de, ji aliyê derdorên paşverû ve wek sûc tê dîtin. Nûçegîhana NÛJINHA'yê Şexaf El-Omar û jinên ku xwestine dengê xwe li hember bindestiyê bilind bikin, rastî gef û lêdanên kesên nasnameya wan ne diyar tên.
 
Rojnamevanên ku di demên şer de li hember hemû zor û zehmetiyan jî hewl didin bibin dengê gel, dibin hedefa derdorên şerxwaz û paşverû. Ev derdor dixwazin bi rêya gefan, rojnamevanan bêdeng bikin. Niha jî berê xwe dane nûçegîhana NÛJINHA'yê Şexaf El-Omar a li Helebê. 
 
‘Min bawer nedikir ku pênûsa min rojek bibe çekek’
 
Şexaf El-Omar diyar kir ku bawer nedikir ku ewê rojek pênûsa wê bibe çekek û gef li jiyana wê bide û wiha got: “Her wiha parastina mafên jinan jî dê min bike hedefa tirsandinê. Ev demeke dirêj e ku min hewldanên xwe ji bo eşkerekirina kiryarên ku li ser jinan li herêmên pevçûn tên meşandin, kiriye. Bi rêya pênûsa xwe min rastiya jinên ku bi tunekirin û pişguhkirinê re rûbirû diman, dianî ziman. Lê ya ku min bawer nedikir ew bû ku ev şahidî ne tenê bandorê li ser xwendevanan bihêle. Di heman demê de bi xwe re gef û tirsê li ser min û jinên ku diaxifîn bi xwe re bîne.”
 
Kêşeyên hundirîn û yên derveyî
 
Şexaf El-Omar da zanîn ku gef bi peyamên nenas an hewldanên tirsandinê yên derve  sînordar nebûne û wiha pê de çû: “Ew di nava malbata min de jî belav bûn. Yek ji malbata min a ku ji bo nivîsandina rastiyê destek dida min, êdî karê min ji bo min wek xeter dibîne. Wî hewl dida min bide bawerkirin ku ev gef wê bibin rastî. Wî ji min re bi baldarî digot ‘Ev ji bo qenciya te ye, ger tiştek bibe, kes nikare te biparêze.’ Lê min ji aliyek din ve, ev pêvajo didît ku nivîsandin ne tenê peyvên li ser kaxiz e, ew dengeke û êdî ez nikarim dengê xwe veşêrim. Min jê re got ku ew tirsa ku hîs dike, beşek ji pirsgirêkê ye. Bêdengî wê dinyayê bê edalettir bike û dê zêdetir rê li ber destdirêjiyan veke. Wî çiqas hewl da ku ez dev ji kar berdim, min ewqas bi hêztir bi pênûsa xwe girt. Min dizanibû ku rawestîn, dê were wateya têkçûneke ku ez ne amade me qebûl bikim.”
 
Tirs û dilsoziya bi pênûsê re
 
Şexaf El-Omar destnîşan kir ku gef piştî demeke êdî bûne bangên rasterast û wiha berdewam kir: “Dengên bilind ferman didan min ku dev ji nivîsandinê berdim. Hişyarî da min ku ez xetên sor derbas nekim. Mîna ku ragihandina rastiyê bûye sûcek ku ceza dixwaze. Her ku ez telefona xwe vedikim, ez peyamên nû dibînim. Di hinek ji wan peyaman de gefên eşkere hene, hinek jî bi îdiya ku ‘Ji bo qenciya min’ hatine şandin. Tirs êdî ne tenê hestek derbasbûyî ye. Di her kêliyê de heye. Mîna siya giran ku li cîhên herî bi ewle jî li pey min tê. Tengezarî bûye parçeyek ji roja min û bi her agahiyekê ku distînim, xemgînî zêde dibe. Ji ber ku dizanim yê ku îro gefan li min dixwe, dibe ku sibê hewl bide gefa xwe pêk bîne.”
 
‘Jinek ku ji me re axivî, rastî lêdana mêrê xwe hat’
 
Şexaf El-Omar da zanîn ku ev gef ne tenê li ser jiyana wê xeter bûne, jiyana jinên ku bi rêya nivîsandinê dixwestin ji bêdengiyê derkevin jî kirine xeterê. Nûçegîhana me yek ji wan mînakan jî bi van gotinan anî ziman: “Yek ji wan jinên ku îfadeyên wan hatin weşandin, piştî çend seatan rastî lêdana mêrê xwe hat. Ji ber wêrekiya wê ya axaftinê û eşkerekirina rastiya xwe wiha bû. Jinek din jî, ji ber ku êşa xwe ya jiyanî anîbû ziman ji mala xwe hat avêtin. Vegotina rastiyê bûye wek serhildanek e ku divê were tepisandin û jina ku diwêre biaxive, ji bilî bêdengiya bi zorê tiştekî din heq nake. Li hember van hemûyan ez di nava du biryaran de dalqandî mame. Yan ez ê dev ji vî karî berdim û êşên jinan û zehmetiyên wan piştguh bikim, an jî ez ê di rêya rastiyê de berdewam bikim. Ev rê jî tirs û gefan li ser jiyana min zêdetir dike.”
 
Peyama bibiryariyê
 
Şexaf El-Omar biryardariya xwe ya ji bo bilêvkirina rastiyan carek din anî ziman û wiha got: “Gelek kes dipirsin ku tevî xeterbûnê em ê çawa berdewam bikin? Ji ber ku bêdengî ne çareserî û biryar e. Ji ber ku jinên ku dixwazin biaxifin, pêwîstiya wan bi parastinê heye. Ev gefên ku li rojnemevan û çalakvanan tên xwarin tenê ji bo tirsê di nava civakê de biçînin û dengê azadiyê bêdeng bikin tên kirin.”