
Li Atolyeya Hunerê Roja Zimanê Zikmakî hate pîrozkirin
- 10:14 20 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Gerînendehiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Atolyeya Hunerê ‘Bernameya Çand û Ziman’ li dar xist.
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, Gerînendehiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê diyar kiribû ku dê pîrozbahiyan bi gelek çalakiyên cihêreng pîroz bikin. Yek ji wan çalakiyan li Atolyeya Hunerê, bi navê “Bernameya Çand û Ziman” çalakiya pîrozbahiyê li dar xist. Bernameya ku hat li dar xistin, xwendekarên Atolyeya Hunerê, malbatên xwendekaran û gelek hemwelatî başdar bûn. Bername bi axaftina destpêkê re ya Cîgerê Hevşaredaran Yilmaz Guneş dest pêkir û wiha got: “Yek ji armanca bernameyê ev e ku bihîstyariya ji bo parastina mîrateya ziman û çandê em xebatên xwe zêde bikin û pêşve bibin. Bo vê me diyar kir ku pîrozbahiyan di rojekê tenê de nahêlin û em ê her roj, her qadî bikin rojên pîrozbahiya ziman, heta ku ev ziman bibe zimanê perwedehiyê…”
Piştî axaftinan bernameyê bi naverokeke dewlemend a çandî, mîna konser, şano, govend û pêşbaziya ziman pêşkêşî beşdaran hate kirin û bi dawî bû.