
Ji Hevşaredarên Peyasê Peyama Pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî
- 10:08 20 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar bi peyamekê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kirin. Hevşaredarên Peyasê di peyamên xwe de Roja Zimanê Zikmakî li hemû zimanan pîroz kirin û bal kişandin ser vî tiştî ku xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li civak û dîrokê ye.
Peyama Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar bi kurmancî da wiha ye: “Zimanê zikmakî berhema nirxên dîrok, civak û çandê ye. Xwedîderketina li zimanê zikmakî tê wateya xwedîderketina li dîrok, civak û çanda me. Di her qadên jiyanê de wergirtina xizmetên bi zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye. 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li hemû gelê me pîroz be.”
Hevşaredar Cengîz Dundar jî peyama xwe bi zimanê Zazakî da û wiha got: “Îro li cîhanê derdora heft hezar zimanên zikmakî hene û herî kêm sê hezar ji wan di bin xetereya windabûnê de ne. Mirina zimanekî tê wateya mirina gel û dîroka wî gelî. Jiyan û perwerdebûna bi zimanê dayikê nirxek e gerdûnî ye. 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz be.”