
Tecrubeyên çareseriyê: Başurê Afrîkayê (3)
- 09:05 20 Sibat 2025
- Dosya
Ji Komîsyona Heqîqetê ber bi parlamentoyê ve…
NAVENDA NÛÇEYAN- Di vê pêvajoya ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd zêde dibin de, daxwaza jinan a çareseriyek çawa û tecrûbeyên çareseriyê yên li cîhanê jî di rojevê de ne. Têkoşîna jinan a li Başurê Afrîkayê ku beşdarî pêvajoyên çareseriyê bûne jî balê dikişîne.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî hat revandin û anîn Tirkiyeyê, li Girava Îmraliyê bi pergaleke taybet di bin tecrîda girankirî de ye. Ew bi pratîkên ku li tu deverên cîhanê nehatine dîtin re rû bi rû ma. Lê di şert û mercên xwe yên heyî de her ku derfetek herî biçûk didît, jê sûd werdigirt û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsend û derfet diafirandin.
Yek ji zemîna ku Abdullah Ocalan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de hewl da biafirîne, bi nirxandinên ku li ser parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ên ku piştî salan di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çile de çûbûn Îmraliyê, derket pêş.
Piştî ku Abdullah Ocalan amadebûna xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyar kir, hemû koman zêdetir dest bi nîqaşê kirin. Pirsgirêka Kurd çawa çareser dibe, tecrubeyên li cîhanê çi ne, bi çi rêbazan çareser dibe û hwd. Gelek tişt tên nîqaşkirin.
Yek ji mijarên girîng ên van nîqaşan jî rola jinê ya di tecrubeyên li cîhanê de hatine jiyîn e. Ji ber ku rola pêşeng û mîsyona têkoşîna jinê ya di têkoşîna azadiya civakî ya Kurdistanê de, girîng e ku li serpêhatiyên cîhanê binêre û bi bîr bîne. Me ji serpêhatiyên cîhanê jî behsa hin nimûneyan kir.
Afrîkaya Başûr yek ji cihên ku jin beşdarî çareserkirina pirsgirêkên civakî dibin e. Em ê hewl bidin ku jinan li Afrîkaya Başûr çi kir, ku tecrubeyek girîng bû bi têkoşîna li dijî kolonyalîzm û nîjadperestiyê ku bi sedsalan, ji sedsala 17’an heya sedsala 20’an domand.
Li Başurê Afrîkayê ji holê rakirina rejîma apartheidê, bi taybetî di navbera salên 1948 û 1994’an de, bi saya têkoşînên siyasî yên bi salan, pêkanînên navneteweyî û tevgerên gel pêk hat. Di navbera salên 1990 û 1994’an de di navbera Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) û pêkhateyên din ên siyasî û nûnerên rejîma apartheid de danûstandin hatin kirin. Ev pêvajo li ser esasê diyalog û lihevkirinê bû.
Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê
Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê ya ku piştî hevdîtinan hat avakirin, bi armanca eşkerekirina binpêkirinên mafên mirovan ên di serdema apartheîdê de û lihevkirinê pêk hat. Di pêvajoyên edalet, efûkirin û lihevhatina gelan de bi rabirdûyê re bû alîkar. Dîsa geşepêdana tevgerên dijî nijadperestî di qada navneteweyî de, cezayên aborî, boykotên çandî û zextên siyasî li dijî rejîma nijadperest, dawîhatina rejîmê lezgîn kir.
Jinan çi kir?
Jinan di her asta têkoşîna li dijî apartheîdê de rolên girîng lîstin. Tevgerên jinan ên li Başurê Afrîkayê hem bi daxwazên femînîst û hem jî ji lêgerîna dadmendiya nijadî pêk hatin. Rêxistinên jinan ên bi vê armancê hatin avakirin têkoşîneke girîng meşandin.
Di sala 1956’an de meşa zêdeyî 20 hezar jinan a ji bo protestokirina pêkanînên qanûnên cudaxwaz, bû yek ji çalakiyên herî girîng ên jinan ên li dijî rejîma nîjadperest.
Di heman serdemê de Federasyona Jinên Afrîkaya Başûr (FSAW) ku ji bo parastina mafên jinan hatiye avakirin, manîfestoyek bi sernavê "Jin ji mafên xwe yên mirovî nayên dûrxistin" weşand.
Di têkoşîna li Afrîkaya Başûr de rêxistinbûna jinan balê dikişîne, jinên ku têkoşînê bi rê ve dibin jî derdikevin pêş.
Di muzakereyan de cih girtin
Di "Danûstandinên Piralî" (CODESA û MPNP) de ku di navbera salên 1991 û 1993'an de pêk hatin, jin bi taybetî bi rêya Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC), Koalîsyona Jinan û rêxistinên sivîl ên di nava ANC'ê de, Winnie Madikizela-Mandela, Gertrude Göpéa û Frewalê roleke girîng lîstin.
Ji bo heqîqet derkevin holê rola xwe lîstin
Jinên ku di Komîsyona Heqîqet û Çareseriyê de tiştên şahidiya wan kiribûn vegotin, bi paşerojê re rûhevhatinê de roleke girîng lîstin.
Di avakirinê de cih girtin
Piştre di avakirina civakê de, bi taybetî di warê perwerde, tenduristî û xizmetên civakî de, roleke aktîf lîstin.
Di destura bingehîn de ewlehiya mafê jinan
Di destura bingehîn ya başurê Afrîkayê de ku di sala 1996'an de hat avakirin de mafên jinan û wekheviya zayendî hatin garantîkirin. Ev yek di encama têkoşîn û daxwazên jinan de pêk hat. Piştre nûnertiya jinan a li parlamentoyê zêde bû. Di sala 1994'an de rêjeya parlamenterên jin ji sedî 27 zêde bû û di salên pêş de jî zêde bû. Îro jin di meclîsê de ji sedî 45,6 cih digirin, ev jî nêzî temsîliyeta wekhev e.
Jinên ku ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinê di nava têkoşîneke girîng de ne, derxistina "Qanûna Tundiya Malbatê" jiyana jinan bi awayekî qanûnî ewle kirin.Qanûna din a ku jinan piştî çareseriyê derxist jî ‘Qanûna Sûcên Zayendî’ bû.
Di dawiya dawî de jinên Başurê Afrîkayê hem di muzakereyan de hem jî di avakirina civakî de roleke girîng lîstin û di têkoşîna azadiyê ya jinan de qonaxek girîng lîstin.