
ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
- 14:19 19 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL - ÎHD’ê bertek nîşanî operasyona binçavkirinê ya li dijî HDK’ê da û got: “Ev operasyon ji bo bêzarkirina gel tê kirin. Dê têkoşîna me ya li dijî van êrişan bidome.”
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî binçavkirina herî kêm 52 kesan a di çarçoveya lêpirsîna der heqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de daxuyaniyek da. Daxuyanî, li pêşiya avahiya şaxê ya li Beyoglûyê hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî polîtîkayên tirsandin û bêzarkirinê em bêdeng nabin û natirsin” hate hilgirtin. Seroka Şaxê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend.
Gulseren Yolerî diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên zextê yên îktîdarê bêdeng nemînin û got: “Ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî heta niha piranî jê yên DEM Partiyî, li 11 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Di dema tayînkirina qeyûman de îşkence li gel hate kirin û gelek kes hatin binçavkirin. Her wiha îktîdarê lihevkirina bajar jî weke sûc nîşan da û der heqê 10 xebatkarên şaredariyan de biryara girtinê da. Di dema tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Wanê de guleyên plastîk avêtin gel û hundirê şaredariyê. Di dema daxuyaniyê de îşkence li wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan û gelek kesan hate kirin û gelek kes hatin binçavkirin.”
Gulseren Yolerî, anî ziman ku li dijî gelan polîtîkayên bêzarkirinê tên meşandin û wiha bi dawî kir: “Li rexekî pêvajoyê dimeşînin û li rexa din jî kesên tu xizmet ji polîtîkayên şer re nekirin, her tim aştî parastin, kesên li gel mafên mirovan û demokrasiyê binçav dikin. Dê têkoîna me ya li dijî polîtîkayên qeyûm ku em weke derbeyeke li dijî mafên bijartin û hilbijartinê yên gel û derbeya li dijî îradeya gel dibînin û binpêkirinên li dijî azadiya xweîfadekirin û rêxistinkirinê dê bidome. Em ê li dijî polîtîkayên tirsandin û bêzarkirinê bisekinin.”