
Îtiraza li dijî girtina Oznûr Deger hat redkirin
- 10:12 19 Sibat 2025
- Hiqûq
AMED - Parêzerên rojnameger Oznûr Deger a girtî ji bo girtina wê îtiraz kiribûn. Bi hinceta "delîl nehatine berhevkirin" îtiraz hat redkirin.
Parêzerê Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger ku di 7'ê Sibatê de li Mêrdînê bi lêdanê hat binçavkirin û li Girtîgeha Jinan a Tîpa E ya Mêrdînê hat girtin Alî Kahraman, li dijî girtina Oznûr Deger li 2'yemîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Mêrdînê nerazîbûn nîşan da.
Dadgeriya Ceza ya Sulhê bi hinceta ku delîl nehatine berhevkirin biryar red kir. Li dijî biryara redkirinê, Alî Kahraman li dij biryara redkirinê serî li dadgeha bilind da. Heyeta dadgehê biryara redkirina îtîraza girtina Oznûr Deger da.