'Kesên ku aştiyê naxwazin tune ne'

  • 09:06 19 Sibat 2025
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
İSTANBUL - Endama Meclisa Giştî ya HDK'ê Esengul Demîr têkildarî armanca xebatên xwe yên ji bo aştiyê axivî û diyar kir ku tu kesê aştiyê nexwaze tune ye û got, "Aştî ne mijareke ku ji kêfa hikûmetê re were hiştin, jiyana me hemûyan ji nêz ve eleqedar dike. Gotûbêj bi tena serê xwe şert û mercên aştiyê ava nake. Ger aştî tê xwestin divê aştiyeke adil, bi rûmet û wekhev be."
 
Bi hevdîtinên ku bi rêya heyeta Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tên kirin, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê gav tên avêtin. Gelek beşên civakê, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ji bo xurtkirina vê pêvajoyê û derxistina encamekê di berjewendiya gel de dixebitin. Di çarçoveya van xebatan de Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 16'ê Çileyê de kampanyaya "Ji bo aştiyê 1 milyon îmze" da destpêkirin û piştre bi navê "Aştî çareseriya jiyana wekhev û azad a gelan e" konferansa navneteweyî li dar xist. Endama Lijneya Giştî ya HDK'ê Esengul Demîr der barê xebatên xwe yên aştiyê de nirxandinan kir.
 
'Li vî welatî tu kes nabêje ku pêdivî bi aştiyê nîn e'
 
Esengul Demîr, anî ziman ku pirsgirêk hene û di şert û mercên heyî  aştî pêdiviyeke bingehîn e û ji ber vê yekê weke HDK'ê dest bi kampanya "Ji bo aştiyê 1 milyon îmze" kirine û destnîşan kir ku ji bo nîqaşên aştiyê di rojeva civakê de cih bigirin dixebitin. Esengul Demir wiha got: “Pêşî ji bo hişyarî û dîtinê me li ser platforma dijîtal dest bi kampanyayê kir û paşê em derketin qadan. Ji ber ku gel ji ber şert û mercên hewayê nikarîbûn derkevin derve, me plansaziya standê li dar xistibû, lê me dest bi derketinê kir. Hejmarek li pêşiya me heye, lê armanca me ya sereke ew e ku em aştiyê bînin rojeva gel. Çima aştî hewce ye? Divê aşitiyeke çawa hebe? Berpirsiyariya her yek ji me ji bo vê çi ye? Em dixwazin van hemûyan nîqaş bikin. Piranî ji bo aştiyê bertek erênî ne. Dema ku em sedema îmzeyan vedibêjin, mirov bê dudilî îmzeyên xwe didin. Di belavkirina îmzeyê de jî cih digirin. Çima hûn îmzeyan berhev dikin? Tu kes nabêje ku li vî welatî pêdivî bi aştiyê nîn e. Her kes dibêje ku ev pêdivî ye û divê bingehek ji bo aştiyê bê avakirin. Hemû pêkhateyên me ev berpirsyarî girtin ser xwe. Sivikkirina tecrîda Îmraliyê, bi hevdîtinên bi Birêz Abdullah Ocalan re ji bo her kesî hêviyek çêkir. Daxwaza guhertinan ji bo welat heye, lê bersiveke zelal nîne ka ev çawa dikare were kirin. Tê gotin ku çûn û hatina giravê û hin agahiyên bi rêya heyetan tên parvekirin têrê nake. Di nava civakê de jî bendewariyek heye. Bi van kampanyayên îmzeyan em dixwazin civak tenê nekev bendewariyê û bi beşdarbûna xwe û bilêvkirina daxwazên xwe aştiyê ava bike. Di mijara ku sîstem wê aştiyeke çawa pêk bîne de nezelaliyeke cidî heye."
 
Gel, bawerî û jin piştgiriyê didin aştiyê
 
Esengul Demîr, diyar kir ku di çarçoveya kampanya îmzeyan de bi jin, pêkhateyên tifaqa ked û demokrasiyê, gelan û meclîsa baweriyan re li ser bingehê avakirina aştiyê hatine cem hev û got, “Şer herî zêde bandora xwe ya neyînî li ser jinan kir û jiyana wan serûbin kir. Ji ber vê yekê ji bo afirandina şert û mercên welatekî demokratîk divê  ji bo aştiyê têkoşînê bidin. Pêwîste Tirkiye hem bi cîranên xwe û hem jî bi beşên civakî yên di nava wê de dijîn siyaseteke wisa bimeşîne. Jinan herî zêde bal kişand ser vê yekê. Hat destnîşankirin ku bûdçeya ku ji bo şer tê terxankirin jinan zêdetir xizan dike, zêdetir bi malbatê ve girêdide û hat destnîşankirin ku jin bi van hemû polîtîkayan tê çewisandin. Jin jî wê li eniya xwe kampanyaya aştiyê li dar bixin. Em dizanin ku aştî di rojeva hemû rêxistinên jinan ên Tirkiyeyê de ye û li ser vê yekê nîqaşan dikin. Jinan li dijî şer her tim pêşengiya aştiyê kirine. Îro jin bi vê armancê wê rêze erkan deynin ber xwe. Di civîna ku ji aliyê Meclîsa Gel û Baweriyan ve hat organîzekirin de, beşdarên ku dikarin piraniya gel û baweriyên li herêmê dijîn temsîl bikin, hebûn. Li vî welatî bawerî û civakên gel ên ku tên paşguhkirin, pirsgirêkên wan ên bi salan hene. Ji ber vê yekê, em dikarin bi hêsanî bêjin ku di vê eniyê de pabendbûna bi mijarê re heye. Kesên ku axivîn diyar kirin ku ew  li ku bin bila bibin alîgirên kampanyaya aştiyê û têkildarî vê yekê li platformên ku lê ne dikarin çalakiyên cuda bikin."
 
'Her kes qebûl dike ku paradîgma pêşniyara herî rast e'
 
Esengûl Demîr li ser girîngiya peyama ku di konferansa aştiyê ya navneteweyî de derketiye holê ku yek ji xebatên wan ên di çarçoveya aştiyê de ye û beşdarbûna beşên cuda yên civakê di vê konferansê de got, "Di konferansê de mijara derketina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê di çarçoveya wê ya dîrokî de hate nîqaşkirin. Nêzîkî heyama 100 salî hate nîqaşkirin. Li ser paşxaneya dîrokî û encamên heyî yên nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Kurdan di serdema Komarê de nîqaş hatin kirin. Hat destnîşankirin ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de azadiya Birêz Ocalan esas e. Di tecrubeyên cîhanê de çawa çareserî pêk hat hat axaftin. Nûnerên gelên din ên Rojhilata Navîn jî axivîn. gotin ku para wan çi ye? Sedemên qutbûna pêvajoya Oslo û pêvajoya 2013-15 çi bû? Ji bo afirandina şert û mercên aştiyê em dikarin çi bikin? Têkildarî mijarê pêşniyar hatin kirin. Nêrîneke hevpar derket holê ku ji bilî komeke taybet divê bi raya giştî re nîqaş bên kirin. Di tevahiya konferansê de her kes li ser wê yekê hemfikir  bû ku paradîgmaya Birêz Ocalan pêşniyara herî rast e.”
 
Esengul Demîr anî ziman ku aştî tenê bi bidawîkirina pevçûnan pêk nayê û diyar kir ku ew weke HDK'ê li ser  aştiyeke çawa israr dikin. Esengül Demîr got, “Bi axaftinê tenê şert û mercên aştiyê ava nabin. Ger aştî hebe divê aştiyeke adil, bi rûmet û wekhev be. Divê ji bo hemû gelên herêmê û ji bo gelên Tirkiyeyê wekhevî pêk were û bi qanûnê bê misogerkirin. Em dizanin ku konsepta ku tê gotin aşitî dê hewcedariyên tu kesî nebîne û têr neke û nebe aştiyek rast. Qeyûm tên tayînkirin, endamên meclîsa şaredariyan ên bi mutabaqata bajaran hatine hilbijartin tên girtin, ger em behsa aştiyê dikin divê dawî li van pêkanînan bê. Tecrûbeyên berê jî nîşanî me dane. Pêvajoyên aştiyê û muzakereyên ku bi qanûnan nehatin misogerkirin û ji bo wan gav nehatin avêtin, mixabin bi bêhêvîbûneke mezin bi dawî bûn. Ji ber vê yekê jî di vê heyamê de her kes bi tedbîrtir e û li bendê ye ku hikûmet gavekê bavêje. Birêz Ocalan diyar dike ku tevgera Kurd û tevgera siyasî ya Kurd wê hemû berpirsyariya ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Lê em hemû dizanin ku gavên yekalî encam nagirin. Pêwîste gavên hev temam dikin bên avêtin. Sedema ku em bi israr kampanyayên îmzeyan, konferansên aştiyê, panel û civînan li dar dixin ew e ku em daxwazên xwe bigihînin hikûmetê û zorê bidin wan. Em li erdnîgariyek ku bi mîlyonan mirovên ji şer bandor bûne dijîn. Aşitî ne mijarek e ku ji kêfa hikûmetê re were hiştin; ew jiyana me hemûyan eleqedar dike."