
Tecrubeyên çareseriyê: Welatê Bask (2)
- 09:05 19 Sibat 2025
- Dosya
Şahidî û avakirina civakî
NAVENDA NÛÇEYAN - Di vê pêvajoya ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin de, tecrubeya jinan a di pêvajoya çareserî û avakirinê ya piştî şer û pevçûnên li welatê Baskê de û şahidiyên wan ên ji bo eşkerekirina heqîqetê, dîsa di rojevê de ye.
Nîqaşkirina perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ne tenê di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de di rojeva hemû cîhanê de ye. Di dema ku hin tecrubeyên li ser bidawîbûna pêvajoyên nakokî li cîhanê ji nû ve tên rojevê, tevlîbûna jinan a di van pêvajoyan de jî dîsa tê nîqaşkirin.
Yek ji tecrubeyên cîhanê jî ya têkoşînê welatê Baskê ye. Pirsgirêka Baskê, li ser daxwaza xweseriya siyasî û serxwebûnê ya li welatê Baskê, ku li bakurê Ispanyayê ye, behsa demeke dirêj a pevçûnê dike. Piştî ku di sala 1959'an de rêxistina bi navê Welat û Azadiya Baskê (ETA) hate avakirin, êrişên hikûmetê zêde bûn, bi pevçûnan re mijar derket rojevê. Di dawiya sedsala 20'an û destpêka sedsala 21'ê de, ji bo çareseriya pirsgirêka Baskê bi gelek reformên siyasî, beşdariya civaka sivîl û xebatên lihevhatinê gavên girîng hatin avêtin. Di vê pêvajoyê de jinan di avakirina aştî û veguherîna civakî de rolek girîng lîst.
Gelê Baskê ya çand û nasnameya wan heye
Gelê Bask bi zimanê xwe yê taybet (Euskara), çand û nasnameya xwe wekî komeke etnîkî ya cihê tê naskirin. Di dema faşîzma Francisco Franco de (1939-1975) li Spanyayê, nasname û zimanê Baskî hatin tepisandin. Vê rewşê rê li ber xurtbûna tevgerên serxwebûnê vekir. Di têkoşîna parastina mafên çandî û nasnameyan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hevdîtin û pêvajoya çareseriyê
Pêvajoyên muzakereyê yên ku di salên 2000’î de dest pê kirin û demokratîkbûna Ispanyayê, zemîna bidawîkirina pevçûnan danî. Di sala 2011'an de ETA'yê ragihand ku bi temamî dev ji têkoşîna çekdarî berdaye. Di sala 2018’an de rêxistin xwe fesh kir. Ev pêvajo bi tevkariya xurt a ne tenê aktorên siyasî di heman demê de civaka sivîl û bi taybetî jinan bi ser ket.
Rola jinan
Di pêvajoya çareseriya aloziya Baskê de, jin tevî ku weke komeke kevneşopî hatiye îhmalkirin, di avakirina aştiyê de rolek aktîf lîstin. Jin beşdarî çalakiyên sivîl ên girîng ên ji bo çareserkirina aloziyê bûn. Bi taybetî rêxistinên mafên jinan û platformên aştiyê banga diyalog û lihevkirinê kirin.
Rêxistinên jinan perspektîfa zayendî xistin nava danûstandinên aştiyê. Ji bo li herêma Baskê bi bandorên travma û tundiyê re rû bi rû bimînin ji aliyê jinan ve projeyên xwe dispêre civakê hatine meşandin.
Şahdiyên xwe yên binpêkirinan danîn holê
Di serdema piştî aştiyê de pêşengiya pêşxistina polîtîkayên wekheviya zayendî kir. Jinên herêma Baskê bi taybetî wekî nûnerên malbatên ku bûne mexdûrên şîdetê cih girtin. Jinan di tevgerên wekî "Dengê Mexdûran" de bal kişandin ser binpêkirinên mafan hem ji aliyê ETA û hem jî ji aliyê dewletê ve. Van şahidan hişt ku pêvajo li ser esasê rûbirûbûn û empatiyê ber bi zemîneke însanî ve biçe.
Lihevkirina civakî xurtkirin
Platformên bi pêşengiya jinan ne tenê dawîlêanîna pevçûnan her wiha daxwaza edaletê kirin. Bi awayekî aktîf li ser mijarên wekî bêçekkirin, efûkirin û hesabpirsînê kampanya meşand. Bi zêdekirina dîtina jinan di pêvajoyên aştiyê de lihevhkirina civakî xurt kir.
Rola di avakirina aştiya civakî de
Jinan ne tenê di bidawîkirina pevçûnan de, di avakirina aştiya civakî de jî roleke aktîf lîstin. Wan bi perwerdehiyê, piştgiriya psîkososyal û projeyên çandî piştgirî dan civakên herêmî. Tevgerên bi pêşengiya jinan ji bo berfirehkirina polîtîkayên li herêma Baskê bûne alîkar. Bi taybetî di serdema piştî aştiyê de wekheviya zayendî girîngtir bûye.
Aliyê civakî hat bidestxistin
Di analîza dawî de pêvajoya çareseriya pirsgirêka Baskê bi tevlêbûna jinan re di qada civakî de berfirehtir bû. Înîsiyatîfa bi pêşengiya jinan ne tenê ji bo bidawîkirina şîdetê, di heman demê de ji bo avakirina civakek wekhevtir û berfirehtir bûye alîkar. Ev pêvajo carek din girîngiya perspektîfa zayendî di çareseriya nakokiyan de radixe ber çavan.