Encamnameya kongreya jinan hat eşkerekirin

  • 14:59 6 Sibat 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encamnameya kongreya jinan de ku 3 û 4’ê Sibatê li Qamişloyê hatibû lidarxistin, ji bo pêşxistina rola jinan di proseya siyasî û destûra nû ya Sûriyeyê de gelek pêşniyar hatin kirin.
 
Bi pêşengiya Yekitiya Jinan a Navneteweyî ji bo Aştî û Azadiyê, Tora Pêşengên Aştiyê û Komeleya Şawîşka, 3 û 4’ê Sibatê bi sernavê "Beşdarbûna jinan di avakirina Sûriyeya nû de pêdivî ye" kongreyek jinan li Qamişloyê hatibû lidarxistsin. 
 
Di kongreyê de jinan 5 mijar; pêşxistina proseya siyasî, beşdariya jinan di proseya siyasî ya li Sûriyeyê de, Meclisa Şêwirm ya Jinan-Jin di komîteya destûrê de, jin di siberoja Sûriyeyê de: Nêrîn û hêvî, her wiha rewşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Astengî û pirsgirêk û rêbazên pêşxistinê nîqaş kirin.
 
Piştî nîqaşên 2 rojan, encamnameya kongreyê hat aşkerekirin. Di encamnameyê de pêşniyarên girîng li ser astên siyasî, qanûnî, aborî, civakî, perwerde û zanistî hene.
 
Di encamnameyê de ev xal hatine destnîşankirin:
 
* Bi armanca yekkirina xebatên rêxistinên têkildarî pirsgirêkên jinan û mîsogerkirina beşdariya jinan di qonaxa derbasbûnê de, her wiha bi armanca beşdariya jinan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de, banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinên Sûriyeyê hate kirin.
 
* Divê temsîla jinan di komîteya nivîsandina destûrê û navendên biryardayînê (desthilatên rêveber, qanûnsaz û dadwerî) de mîna ye mêran be.
 
* Divê di destûra nû de bendên parastina mafên jinan, kirîmînalîzkirina tundiya li ser jinan û têkoşîna li dijî tundiyê hebin.
 
* Divê planeke nîştimanî ya parastina mafên jinan, pêkanîna peyman û biryarên navneteweyî yên têkildarî aktîfkirina rola jinan di navakirina aştiyeke mayînde û jinûve avakirinê de, were amadekirin.
 
* Divê edalet ji bo jinên ku di demên şer de mexdûr bûne, hatine koçberkirin û tundiya zayendî li ser wan hatiye kirin pêk were.
 
* Em banga rawestandina hemû kiryar, nêzîkatî û daxuyaniyên li ser esasê cûdekariya civakî dikin. Divê peyman, biryar û lihevkirinên navneteweyî yên taybet bi mafên jinan û rola wan di avakirina aştiyê de werin pêk anîn û dawî li tundiya li ser jinan were anîn.
 
* Li hundir û derveyî Sûriyeyê platformên çalakvanên jinên sûriyeyî werin avakirin ku nûnertiya dengê jinên sûriyeyî bikin, dozên wekheviya di navbera her du zayendan de ji meylên siyasî werin cûdakirin.
 
* Divê bi rêya piştgiriya lêkolînên girêdayî pirsgirêkên jin  û jinên ciwanan werin kirin û bi rêya platforêmên xwecih û navneteweyî yên jinan werin belavkirin.
 
 Di demên şer de jîngeh were parastin.
 
* Piştgirîkirina projeyên gêşpêdanê yên domdar û hêsankirina karsaziya jinan.
 
* Zêdekirina gihandina jinan ji çavkaniyên aborî û balkişandina li ser pêşketina jinên gundan.
 
* Pêşxistina û alîkdardayîna kooperatîfên jinan.
 
* Bi armanca dabînkirina jîngeheke ewle û piştgiriya jinan di kar de, her wiha ji bo parastina jinan ji destdirêjî û îstismarkirinê, divê sendîkeyek ji bo jinên kedkar were avakirin.
 
* Pêşxistina hişmendiya jinan li ser mafê mîras, pêşxistina xweseriya dirav û milk û mafê jinê yê karkirinê.
 
* Pêşxistina çanda wekheviya zayendî û dadmendiya civakî, bikaranîna medyayê ji bo belavkirina van nirxan.
 
* Piştgiriya saziyên lênêrînê û parastinê, dayîna piştgiriya derûnî, civakî û yasayî ji bo jin û keçên ku bûne qurbaniyên tundiyê.
 
* Urf û edetên neyînî yên civakî (zewaca zarokan, zewaca hiyar, zewaca berdêlî, bêparkirina jinan ji mîratê, astengkirina perwerdeya keçan), binpêkirinên mafên jinan in. Li hemberî van urf û edetan divê hişyarî were belavkirin.
 
* Piştgiriya rêxistinên civaka sivîl ên têkildarî jinan û peydakirina mekanîzmayên berdewamkirina xebata wan.
 
* Şikandina qalib û rolên civakî yên stereotip û aktîvkirina rola wan di geşkirina civakî ya domdar de.
 
* Bihêzkirina rêvebiriya civakî ya jinan û piştgirîkirina xebatên wan ên ji bo avakirina aşitiyê û xurtkirina hevgirtina civakî.
 
* Divê perwerdeya bingehîn ji bo her du zayendan mecbûrî û bêpere be. Divê  perwerdehiya di astên bilind de li gorî îmkanên jinan/keçan bêpere be
 
* Divê meteryalên perwerdeyê werin pêşxistin. Divê qalibên klasîkî yên şaş ên der barê jinan de werin rakirin û perwerde ji îdeolojiya siyasî bê cudakirin.
 
* Piştgirîkirina perwerdeya keçan bi rêya platformên elektronîkî, kampanyayên fêrkirina li ser xwendin û nivîsandinê. Dabînkirina jîngeheke perwerdehiyê ya ewle.
 
* Divê ji bo bexşeyên zanistî, wezîfedarkirin û lêkolînên akademîk di navbera zayendan de derfet werin peydakirin.
 
* Telafîkirina windahiyên xwendinê yên zarokên keçîn ku di salên borî de ji ber koçberî û encamên şer dev ji xwendinê berdaye. Peydakirina mekanîzmayên naskirina bawernameyên xwendinê yên jinên ciwan.
 
Em jinên di vê kongreyê de hazir bûne, em teqez dikin ku em ê têkoşîna ji bo mîsogerkirina beşdariya jinên sûriyeyî di tevahî qadan de bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku ne mumkin e Sûriyeya siberojê bêyî beşdariya rasteqîn a jinan di tevahî qadên jiyanê, siyasî, civakî û aborî de ava bibe."