Ji bo Werîşe û Pexşan, 1200 kesan bang kirin

  • 13:02 6 Sibat 2025
  • Rojane
    
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan û Werîşe, hezar û 200 kesan bang kirin û ragihandin ku divê rêxistinên mafên jinan berpirsên darvekirina jinan ji rayedarên Îranê bipirsin.
 
Bertek û helwestên li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî û girtiyên siyasî yên din ji aliyê rejîma Îranê ve, her ku diçe zêdetir û berfirehtir dibe. Di heman çarçoveyê de ji 44 welatan hezar û 200 kesan li dijî cezayê darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve, daxuyaniyek pêşkêşî zêdetirî 100 rêxistin û torên navneteweyî yên Femînîst, sivîl û parastina mafê mirovan hate kirin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hezar û 200 îmzekar bang li zêdetirî 100 rêxistinên Femînîst, torên navneteweyî û saziyên navneteweyî kirin ku ji bo bidawîkirina cezayê darvekirinê bi hev re bixebitin.
 
Hate diyarkirin ku daxwaz dikin ku zext li ser desthilata Îranê were kirin ku demildest cezayê darvekirinê yê li ser her du girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî were hilweşandin û werin azadkirin.
 
Heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê rêxistinên mafên jinan her derfetekê ji bo lêpirsînkirina berpirsên Îranê ji ber bîlançoya metirsîdar a darvekirina jinan, bikarbînin.
 
Hinek ji kesên îmzaya xwe avêtîn binê daxuyanî evin: Gulrox Îreyî, Zeyneb Celaliyan, Nergîz Mihemedî, Meryem Sedat Yehyawî, Hûra Nîgbext, Sakîna Perwane, Mutehare Goyî û Vîda Rebanî.