Li Şengalê gorek din a komî hat dîtin
- 15:21 6 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navenda bajarê Şengalê gorek din a komî hat dîtin. Li gor tê gotin hestiyên 20 kesan di gorê de hene.
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kiribûn komkujiyên mezin pêkanîbû. Kesên di wan komkujiyan de hatin qetilkirin bi awayek komî hatine veşartin.
Yek ji wan gorên komî ku ya Kurdên Şia yên Şengalê ne, li taxa Azadî ya navenda Şengalê hat dîtin. Tê texmînkirin ku hestiyên 20 kesan têde hene.
Duh tîmên pispor yên ku ji Bexda û Musilê hatin, dest bi vekirina gora komî hatiye kirin, tê pêşbînikirin ku xebatên kolandina gorê hefteyek berdewam bike. Pîştî xebatên kolandina gorê temam bûn, wê ji bo tespît kirina nasnameya qurbaniyan hestiyan jibo testa DNA’yê bibin Musul yan jî Bexda yê.