Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn

  • 12:51 6 Sibat 2025
  • Rojane
AMED- Kesên ku di encama erdheja 6’ê Sibata 2023’an de jiyana xwe ji dest dan li goristana Yenîkoyê hatin bibîranîn.
 
Kesên di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan ên navenda wan Mereşê de jiyana xwe ji dest dayin, bi pêşengtiya Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê, Platforma Rêvebirina Karesatê û Piştevaniyê (DMS) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Goristana Yenîkoy a Rezan a Amedê li ser gorên xwe hatin bibîranîn.  
 
 
Hevserokê DMS’ê Şerefxan Aydin, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî tiştên di dema erdhejê de qewimîn bi bîr xist û da zanîn ku gelek kesan ji ber serma, birçîtî û tîbûnê jiyana xwe ji dest dane. Adalet Kaya, diyar kir ku piştî erdhejê tu gav nehatine avêtin û got: “Em ê mafên mexdûrên erdhejê li her derê biparêzin.” 
 
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî got ku tenê yek peywirdarê cemaweriyê ji ber erdhejê nehatiye darizandin û banga piştevaniyê kir. 
 
Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gorên kesên jiyana xwe ji dest dayin.