Li Afganistanê radyoya jinan hat girtin

  • 13:33 6 Sibat 2025
  • Cîhan
 
   
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganistanê qedexe û kirinên paşverû yên Talîbanê didomin.
 
Talîbanê avêt ser stasyoneke radyoyê ya li paytext Kabîlê ku tenê jin tê de dixebitîn û bernameyan ji bo jinan pêşkêş dikirin xebatkar binçav kirin û weşana radyoyê rawestand.
 
Wezareta Enformasyonê ya Talîbanê duh bi daxuyanek îdia kir ku ji ber Radyo Begum gelek ‘binpêkirinan’ dike bi serde girtine. Di daxuyaniyê de îdia kir ku radyo ji bo ‘şîrketek medyayê ya li derveyî welat bername û materyalan dişîne’ û hat diyarkirin ku heta lêkolîn biqedin lîsansa weşanê ya radyoyê hatiye rawestandin.
 
Du kes hatin binçavkirin
 
Rayedarên radyoya Begum ku li Efganistanê tekane radyoya jinan e, bi daxuyaniyek îdia red kirin û wiha gotin: “Em di xizmeta gelê Efgan, bi taybetî jinên Efgan de ne. Rayedarên Radyo Begum, dan zanîn ku di serdegirtinê de bi rayedarên wezaretê re peywirdarên Dîrektoriya Îstîxbarata Giştî jî hebûne." Hat diyarkirin ku di serdegirtinê de 2 kes hatine binçavkirin, kompîtor, dîsk û telefonên li avahiya radyoyê hatine desteserkirin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Radyo Begum, 5 meh beriya Talîban were desthilatdariyê, 8’ê Adara 2021’ê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatiye damezirandin û wiha hat gotin: “Talîbanê, piştî ku artêşa DYA’yê ji Efganistanê vekişiya, heman salê di meha Tebaxê de rêveberiya welat desteser kir. Radyo, bernameyên perwerdeyê, xwendina pirtûkan û şêwirmendiya bi telefonê jî di nav de ji aliyê jinan ve, ji bo jinan gelek xizmetan pêşkêş dike.”
 
12 saziyên medyayê hatin girtin
 
Têkildarî girtina radyoyê, ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ve daxuyaniyek hat dayîn û bang hat kirin ku xebatkarên radyoyê yên hatine binçavkirin werin berdan. Li gorî daneyên RSF’ê Talîbanê sala derbasbûyî 12 saziyên medyayê girtine.