Tecrubeyên çareseriyê: Kolombiya (1)

  • 09:06 18 Sibat 2025
  • Dosya
Peymana ewil a wekheviya zayenda civakî esas girt 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kolombiyaya ku ji bo derbaskirina pêvajoyên şer û pevçûnan û di muzakereyên aştiyê de xwedî tecrubeyên girîng e, rola jinan bi bingeha "wekheviya zayendî" xwedî cihekî girîng e.
 
Piştî tecrîda girankirî ya bi salan a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûna 2024’an û 22’ê Çileyê de du hevdîtin pêk anîn. Li gel hevdîtinan nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd jî di rojeva Tirkiyeyê de cih girt.
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku ew amade ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tevkariyên erênî bikin, nîqaşên li ser pêwîstiya beşdarbûna hemû beşên civakê di pêvajoyê de dewam dikin. Digel ku çareseriya pirsgirêkên li hin welatên cîhanê bi diyalog û muzakereyan pêk tê, rola meclîsên van welatan, pêşxistina pîvanên demokratîk û beşdarbûna jinan di muzakereyan de derdikeve pêş. Rê li ber çareseriya pirsgirêka jinan a bi rol vedike.
 
Kolombiya yek ji wan welatan e ku pirsgirêkan dijî û di pêvajoya çareseriyê re derbas dibe. Di heman demê de welatek e ku jin jî beşdarî danûstandinan dibin.
 
Di dosyaya xwe de em ê der barê pirsgirêka li Kolombiyayê de çi qewimîn, gavên ji bo çareseriyê hatin avêtin û awayê beşdarbûna jinan çi bû, bihewînin ser hev. 
 
Çima şerê çekdarî hate kirin?
 
Li Kolombiyayê daxwazên bingehîn ên gerîlayên FARC'ê (Fuerzas Armadas Revolucionarias de Colombia - Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) û sedemên destpêkirina têkoşîna çekdarî ji newekheviyên civakî, aborî û siyasî pêk tên. Ji bo vê jî daxwazên wan “reforma axê” bû, yanî parvekirina erdên di bin destê axayên mezin de li gundiyan, “edaletiya civakî”, yanî berfirehkirina perwerde, tenduristî û xizmetên bingehîn di nav xelkê feqîr de, “Têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst” û li dijî bandora DYA û şîrketên pirneteweyî yên li Kolombiyayê.
 
Bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan
 
Ji ber pirsgirêkên ku di sala 1964’an de dest pê kirin û bi dehan salan dom kirin, zêdeyî 260 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 7 mîlyon mirov koçber bûn, binpêkirinên giran ên mafên mirovan û her wiha destavêtin û tundiya li ser jinan pêk hatin.
 
Hevpeyvîn
 
Piştî şer û pevçûnan di sala 2016'an de di navbera FARC û hikûmeta Kolombiyayê de peymana aştiyê hatibû îmzekirin. Ev pêvajo bi piştgiriya navneteweyî û beşdariya civakî pêk hat.
 
Rola jinê
 
Jinan di pêvajoya muzakereyên aştiyê yên li Kolombiyayê de roleke gelekî girîng lîstin û ji bo xurtkirina wekheviya zayendî gavên girîng hatin avêtin.
 
Jin li ser maseya muzakereyê
 
Jin bi awayekî aktîf beşdarî danûstandinên aştiyê bûn. Peymana Aştiyê ya 2016'an wekî yek ji yekem peymanên aştiyê yên li cîhanê ku li ser wekheviya zayendî bû bal kişand. Jinan li ser maseya muzakereyê daxwazên tundiya zayendî û binpêkirina mafan anîn rojevê. Bi taybetî jî stratejiyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wekî tundiya zayendî û cudakariya li dijî jinan di dema pevçûnan de pêş xist. Li ser navê FARC'ê kesayetên wekî Victoria Sandino û Olga Lucía Marîn rasterast beşdarî pêvajoyê bûn û destnîşan kirin ku jin xwedî gotin in.
 
Ji bo ku binpêkirinên mafên mirovan eşkere bikin xwe rêxistin kirin
 
Jinên ku herî zêde di şer û pevçûnan de zerar dîtine ji bo dengê xwe bidin bihîstin xwe bi rêxistin kirin. Ne tenê ew, di parastina mafên civakên jicîhûwarkirî de rolek aktîf lîst, piştgirî da lêgerîna edaletê ya jinên ku tecawiz, destavêtin û şîdet lê hatine kirin û piştî hevdîtinên aştiyê yên jinan hêza aborî ya jinan û jinûve entegrasyona wan di jiyana civakî de misoger kir.
 
Rêxistinên ava kirin
 
Rêxistinên wekî Tora Aştiyê ya Jinan (La Ruta Pacífica de las Mujeres) li Kolombiyayê ji bo avakirina aştiyê xebatên radîkal kirin. Ji bo ku jin di mekanîzmayên biryardanê de cih bigire kampanya organîze kirin.
 
Li herêmê organîzekirin
 
Jinan jî di avakirina aşitiyê û ji nû ve avakirina piştî pevçûnan de li herêmên gundewarî û civakên xwecihî roleke aktîf girtin. Wan torên hevgirtina civakî ava kirin. Wan bi riya karsaziya aborî û projeyên perwerdehiyê piştgirî da civakên xwe.
 
Encamên hewldanên wan hatin eşkerekirin
 
Di "Peymana Aştiyê" ya ku di sala 2016'an de hat îmzekirin de, girîngiya zayendî hate rawestîn û di warê afirandina hişmendiya zayendî de bi dayîna ber çavan a pêwîstiyên jinan pêşketineke girîng pêk hat. Piştre qadên ku jin tê de dikarin pêşengiyê bikin berfireh bûn û tevlîbûna wan di siyaset û rêveberiyên herêmî de gelekî zêde bû. Yek ji geşedanên herî girîng ên ku li Kolombiyayê di dema muzakereyan û piştî muzakereyê de derket holê ew bû ku destavêtin û şîdeta zayendî ya li ser jinan zêdetir xuya bû û "şideta zayendî" hat naskirin.
 
Pêwîstî bi piştgiriya navneteweyî û pêkanîna herêmî heye
 
Pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê bi saya têkoşîna jinan zêdetir bûye. Tevgerên bi pêşengiya jinan ne tenê ji bo bidawîkirina pevçûnan di heman demê de ji bo xurtkirina wekheviya zayendî jî bûne alîkar. Lêbelê, ev serkeftin hîn jî hewcedariya piştevaniya navneteweyî û pêkanîna bihêz li ser asta herêmî heye da ku bibin mayînde.
 
Sibehê: Welatê Baskê